​​​​​​​Akademiya Jinan a Minbicê civîna xwe ya salê li dar xist

Akademiya Şehîd Zîlan Heleb a taybet bi jinan a li Minbicê civîna xwe ya salane li dar xist. Hate gotin ku bi tevlêbûna 315 jinan 7 dewreyên perwerdeyê hatin vekirin û 345 semîner hatin dayîn.

​​​​​​​Akademiya Jinan a Minbicê civîna xwe ya salê li dar xist
​​​​​​​Akademiya Jinan a Minbicê civîna xwe ya salê li dar xist
​​​​​​​Akademiya Jinan a Minbicê civîna xwe ya salê li dar xist
​​​​​​​Akademiya Jinan a Minbicê civîna xwe ya salê li dar xist
​​​​​​​Akademiya Jinan a Minbicê civîna xwe ya salê li dar xist
​​​​​​​Akademiya Jinan a Minbicê civîna xwe ya salê li dar xist
​​​​​​​Akademiya Jinan a Minbicê civîna xwe ya salê li dar xist
5 ÇILE, 2023   13:07
MINBIC

Akademiya Şehîd Zîlan Heleb a taybet bi jinan a li Minbicê civîna xwe ya salane li hola Meclisa Qanûnsaz a avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê li dar xist. Endamên saziyên jinan û jinên ku perwerde li akademiyê dîtin, beşdarî civînê bûn.

Endama Akademiyên Civaka Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Neqşiya Xelîl perespektîfên rêber Abdullah Ocalan ên der barê jinan de xwend.

Endama rêveber a Akademiya Şehîd Zîlan Heleb, Semer El Omer rapora xebatên akademiyê yên sala 2022ʹyan xwend. Li gorî raporê, li akademiyê 315 dewreyên perwerdeyê ji bo jinan hatin vekirin, 345 semîner û 256 ders hatin dayîn. Meclisa Jinan a ku ji 45 endaman pêk tê, 344 semîner û 62 derbas li tevahî akademiyan dan.

Di nîqaşên ku di civînê çêûn de, girîngiya tevlêkirina hejmareke mezin a jinan ji bo dewreyên perwerdeyê, xurtkirina asta perwerdeyê û banga rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hatin destnîşankirin.

Civîn bi biryaran bi dawî bû. Ji wan; Ji bo xurtkirina asta fikrî ya jinan xebat were kirin, ji bo belavkirina fikr û felsefeya rêber Ocalan xebateke mezin were meşandin, perwerdeyên ji bo sazî, meclis, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî werin zêdekirin, kom werin avakirin ku perespektîfên rêber Abdullah Ocalan bixwînin.

ANHA