Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hat bloqekirin

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê biryara bloqekirina hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê bi awayekî demkî da.

Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hat bloqekirin
5 ÇILE, 2023   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

 Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ya Tirkiyê di doza bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didome de, li ser serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, blokekirina hesabên xizîneyê yên partiyê rojek wergirt pêş û nîqaş kir. 

Dadgeha Destûra Bingehîn di hevdîtina ku dihat plankirin di 6’ê çileyê de pêk were de daxwaza Dadgeha Bilind qebûl kir û biryar da ku hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê bi demkî were bloqekirin.