Desteya Çandiniyê bi gelek pêşniyaran konferansa xwe bi dawî kir

Desteya Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê konferansa xwe ya yekemîn bi gelek pêşniyaran bi dawî kir; ji wan projeyên qezenckirinê ya rêvebirina krîza aborî li herêmê pêk bên û pêdiviyên berhemdana çandiniyê werin dabînkirin.

Desteya Çandiniyê bi gelek pêşniyaran konferansa xwe bi dawî kir
4 ÇILE, 2023   14:21
HESEKÊ

Konferansê li avahiya Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hesekê bi diruşma "Dest bi des tem ê zeviyên xwe kesk bikin" hate lidarxistin. Tê de hevserokatiya Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Leyla Sarûxan û Mihemed El Dexîl, şaneyên ji Rêveberiya Xweser, şandeyek ji Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Cizîrê, endamên saziyên çandinî û avdanê, gerînendetiya lêkolînên zanistî, hemû deste û komîteyên çandiniyê yên li herêman.

Dûre cîgirê serokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer rewşa siyasî şîrove kir û behsa êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê kir.

Koçer wiha got: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destekê dide projeyên çandinî û xizmetguzariyê li herêmê, lê êrişên dewleta Tirk a dagirker asteng in û armanca wan êrişan Rêveberiya Xweser têk bibe."

Koçer di dawiyê de wiha got "Ruxmî êriş, hedefgirtinên yekser û dorpêça li dijî herêmê ji tevahî aliyan ve lê Rêveberiya Xweser hewl dide destekê bide hemû waran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

Dûre sînevîzyonek li ser xebatên Desteya Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên îsal, ji vekirina kargehan û xebatên xizmetguzarî hate pêşandan.

Di dawiyê de beşdaran nîqaş kir û gelek pêşniyar pêşkêş kirin. Ji wan projeyên qezenckirinê yên rêvebirina krîza aborî li herêmê, planeke ji salên bê re werin pêkanîn, pêdiviyên berhemdanê bên dabînkirin û destek li gorî derfetên heyî bên dayîn, kargehên madeyên berhemdanê û destpêkê bên peydakirin, projeyên geşkirinê ji bo saktorên çandinî û dewlemendiya sewalvaniyê re werin lidarxistin.

(fr)

ANHA