​​​​​​​Şêniyên Reqayê şehîd Xalid El Nasir oxir kir

Şêniyên Reqayê cenazeyên endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xalid El Nasir oxir kir û got xaka xwe bi fedekariya şehîdan hate parastin dê paqij bimîne.

​​​​​​​Şêniyên Reqayê şehîd Xalid El Nasir oxir kir
4 ÇILE, 2023   13:19
REQA

Meclisa Malbatên Şehîdan li goristana şehîdan a li gundê Cidêdat ê rojhilatê Dêrazorê merasîma oxirkirina şehîd Xalid El Nasir li dar xist. Di merasîmê de şênî, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şêx û rûspiyên eşîrn Reqayê û endamên saziyên sivîl û leşkerî amade bûn.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Kerame yê Reqayê Meter El Şehel axivî û sersaxiya malbata şehîd û tevahî malabtên şehîdan xwest û rola wan a lehengane li dijî terorê û spandina ewlehî û îstîqrarê li herêmê pîroz kir.

Her wiha endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed El Esir wiha got: "Şehîdên me bingehên têkoşîn û parastina gelê me danîn û li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewlehî û aşît belav kir."

El Esir wiha domand: "Em ê li dijî terorê tê bikoşin û têk bibin. Xaka ku bi saya şehîdan hate parastin dê paqij bimîne."

Di dawiyê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Ehmed El Hemod wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

(fr)

ANHA