Di roja 7′an a Birûska Cizîrê de QSD′ê gelek çete girtin

QSD′ê di roja 7′an a Operasyona Birûska Cizîrê de li Til Hemîsê 2 çete ji şaneyên DAIŞ′ê girtin.

Di roja 7′an a Birûska Cizîrê de QSD′ê gelek çete girtin
4 ÇILE, 2023   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihandin ku gelek çete girtin û wiha tê de hate gotin:

"Hêzên hevbeş di roja 7′an a Operasyona Birûska Cizîrê ya serdegirtin û şopandina şaneyên rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst de li herêmên Til Hemîs, Til Birak û Holê dewam dikin.

Di roja 7′an de hêzan lêgerîna çeteyan li gundên Rebîe, Texleba Jorîn, Texleba Jêrîn û Metlote yên li herêma Til Hemîsê û herêma sînorê Sûriyê-Iraqê bi rûbera 40 kîlomtre dewam kirin.

Di operasyona lêgerînê de hêzan yek ji çeteyên DAIŞ′ê ku pere dida şêniyan ku ji şaneyên rêxistina terorîst re bixebitin û li gel wî çek û cebilxane, girtin. Her wiha hêzan çeteyekî din ku beşdarî gelek êrişan bûye û gelek caran ji hêzên operasyonê reviye, girt.

Her wiha hêzan gelek cebilxane ku şaneyên rêxistina terorîst li mezreyên şêniyan veşartibûn û cilên leşkerî yên şaneyan bi kar dianîn, dîtin.

Hemwextî Operasyona Birûska Cizîrê YAT′ê yên QSD′ê operasyonên xwe li dijî endamên rêxistina terorîst li Dêrazorê dewam dikin. Di encamê de 3 terorîst girtin, gelek cureyên çekan, alavên leşkerî destesr kirin."

(fr)