Reqayê normalîzekirina Tirkî-Sûrî red kir

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi çalakiyekê tevahî şêweyên têkiliyên normîlîzakirinê di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de red kir û got çareya krîza Sûriyê di diyaloga sûrî de ye.

Reqayê normalîzekirina Tirkî-Sûrî red kir
Reqayê normalîzekirina Tirkî-Sûrî red kir
Reqayê normalîzekirina Tirkî-Sûrî red kir
Reqayê normalîzekirina Tirkî-Sûrî red kir
Reqayê normalîzekirina Tirkî-Sûrî red kir
Reqayê normalîzekirina Tirkî-Sûrî red kir
Reqayê normalîzekirina Tirkî-Sûrî red kir
Reqayê normalîzekirina Tirkî-Sûrî red kir
Reqayê normalîzekirina Tirkî-Sûrî red kir
4 ÇILE, 2023   13:04
REQA

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşrojê şaxê Helebê li sijî nêzîkbûna delweta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê çalakiyek li dar xist. Tê de endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Idiba Xedra û nûnerên ji partiyên siyasî yên li Reqayê amade bûn.

Çalakî li pêş Meclisa Idliba Xedra ya li naverasta Reqayê hate lidarxistin. Beşdaran pankartên "Em şer û bijarteya leşkerî red dikin", "Banga vegera ewle li xaka xwe Idlibê dikin", "Nêzîkbûna Tirkî-Sûrî ximzetî gelê Sûriyê nake", "Şoreşa me ber bi Sûriya Demokratîk a nenavendî ve ye" û "Rêveberiya Xweser nûnertiya me dike" hildan.

Di çalakiyê de berdevka Meclisa Idlibê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Nahid El Nehas daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin piştî 12 salan ji krîza Sûriyê hîna gelê Sûriyê di hemû cureyên destpot, krîmîlîzakirin û komployan re derbas dibe.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê hîna di dirêjkirina temenê aloziyê dewam dikin û hewl didin bi rêya nêzîkbûnê civakê hilweşînin. Êdî armancên wan ên derbakirina projeya Rêveberiya Xweser û têkbirina QSD′ê eşkere ne.

Her wiha meclisê di daxuyaniya xwe de parçekirina Sûriyê, lihevkirin û nêzîkbûna Tirkî-Sûrî bi navbeynkariya Rûsyayê red kir û bang li tevahî jinan kir ku li dora rêveberî û hêzên xwe bicivin û serî li hember tevahî projeyên dagirkerî û destpotiyê hildin.

Di dawiyê de Meclisa Jinan a Partiya Sûriyê Pêşerojê bang li tevahî aliyên navneteweyî yên di dosyaya Sûriyê de aktîf in kir ku çareyeke siyasî ji krîza Sûriyê re bi rêya diyaloga sûrî-sûrî û pêkanîna biryara 2254′an bibînin.

(fr)

ANHA