Ji taxa Şêxmqsûd banga lezgîn a bidawîkirina dorpêçê

Kadroyên tenduristiyê yên taxa Şêxmeqsûd a Helebê daxuyand ku di encama dorpêça hikumeta Şamê û nebûna sotemeniyê de, hejmara nexweşan zêdetir bûye û bang kirin ku dorpêç tavilê bê bidawîkirin û derman û madeyên xwarinê bên derbaskirin.

Ji taxa Şêxmqsûd banga lezgîn a bidawîkirina dorpêçê
4 ÇILE, 2023   12:54
HELEB

Bi dehan kadroyên tenduristiyê li pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ku yekane ye li taxê kom bûn û têkildarî rewşên wefatê yên ji ber sermayê daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê endamê nexweşxaneyê Reşîd Îsmaîl ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku nebûna sotmeniyê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber dorpêçê, bû sedem ku gelek nexweşiyên di encama sermayê de çêdibin, derkevin.

Di daxuyaniyê de wefata zarok Wîsa Sîdo ji ber sermayê beriya çend rojan hat bibîrxistin û hat gotin: “Ji van rewşan, wefata Wîsam Sîdo yê 4 salî ye. Li beşa zarok û pitikan zarokên din ên nexweş hene.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî hat kirin ku tavilê destwerdanê bikin, dorpêça li ser taxan bi dawî bikin û madeyên xwarinê, derman û sotmeniyê bi awayekî lezgîn derbas bikin.

ANHA