Nobeda Edaletê ya wekîlên HDP'ê 10 roj in didome

Wekîlên HDP'yî yên îro beşdarî nobeda edaletê ya ji bo hevdîtina bi Rêber Ocalan re bûne, diyar kirin ku neçareserkirina pirsgirêka Kurd û polîtîkayên şer, bingeha pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye û destnîşan kirin ku aktorê herî mezin û girîng ê çareserkirina pirsgirêka Kurd Rêber Ocalan e.

Nobeda Edaletê ya wekîlên HDP'ê 10 roj in didome
4 ÇILE, 2023   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Nobeda Edaletê ya wekîlên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ji bo hevdîtina parêzeran a bi Rêber Abdullah Ocalan re, di roja 10'an de ye. Parlamenter ji ber Deriyê Dîkmenê yê Meclîsê ber bi Wezareta Edaletê ve meşiyan.

Parlamenter Fatma Kûrtûlan, Mûrat Sarisaç, Abdûllah Koç, Habîp Eksîk, Erdal Aydemîr, Huseyîn Kaçmaz, Hasan Ozguneş, Erol Katircioglû, Mahmût Togrûl, Celadet Gaydali, Ayşe Surucu, Nûsrettîn Maçîn û Îmam Taşiçer xwestin ber bi Wezareta Edaletê ve bimeşin, lê polîsan asteng kirin.

Parlamenterê HDP'ê Habîp Eksîk diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ê bi komployeke navneteweyî anîn Girava Îmraliyê 24 sal in di nava tecrîdeke giran de ye û 22 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin.

Eksîk ragihand ku tecrîd astengiya herî mezin a li pêşiya paşeroja gelan e û got, "22 meh in ev desthilatdarî tecrîda li ser Birêz Ocalan a li Girtîgeha Îmraliyê giran kiriye. Ev tecrîd li dijî Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê û li hemberî peyman û hiqûqa navneteweyî ye. Mafên siyasî û hiqûqî yên Birêz Ocalan hemû têne desteserkirin. Destûr nayê dayin ku ne malbata xwe ne jî parêzerên xwe bibîne."

Eksîk ragihand ku heta tecrîd bi dawî nebe ti pirsgirêkên li nava gelên Tirkiyeyê jî çareser nabin û got, "Bi tecrîdê re wê aborî her roj bêhtir nebaş bibe, jiyan wê bêhtir nebaş bibe. Bingeha pirsgirêkên heyî yên gelên Tirkiyeyê neçareserkirina pirsgirêka Kurd û polîtîkayên şer e. Cihê çareserkirina vê pirsgirêkê jî hevdîtina bi muxatabên wê re ye. Aktorê herî mezin û girîng ê çareserkirina pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e."

'DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE'

Parlamenter Eksîk bang li Wezareta Edaletê kir û got, "Sîstema tecrîdê ya li ser Birêz Ocalan divê tavilê bi dawî bibe. Sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê li dijî mirovahiyê ye, rêbazeke êşkenceyê ye. Divê mafên Birêz Ocalan ên hatine desteserkirin radestî wî bêne kirin. Di çarçoveya mafê hêviyê de ji bo azadiya wî ya fîzîkî divê gav bêne avêtin. Mafê hêviyê yek ji mafên her mirovî ye, ku ji mirovbûnê tê û di çarçoveya mafê azadiya fîzîkî de divê bê naskirin. Em ji vê derê careke din bang li Wezareta Edaletê dikin, ku tecrîdê ferz dike: Dawî li vê bêhiqûqiyê bînin, dawî li vî sûcê tecrîdê bînin. Tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê bi dawî bikin, bila karibin bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bikin. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd divê bi muxatabên pirsgirêkê re hevdîtin bê kirin."