QSD`ê li Dêrazorê 3 DAIŞ`î girtin

Di çarçoveya Operasyona 'Birûska Cizîrê' de li gundewarê Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ`ê 3 operasyonên ewlehiyê hatin lidarxistin. Di encamê de 3 DAIŞ`î hatin girtin û miqdarek çek, cebilxane û amûrên leşkerî hatin desteserkirin.

QSD`ê li Dêrazorê 3 DAIŞ`î girtin
4 ÇILE, 2023   07:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê li ser malpera xwe daxuyaniyek weşand. Tê de wiha got:

“Bidestxistina serkeftinan di Operasyona Birûska Cizîrê de berdewam dike, cihên veşartinê yên rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst tên derbkirin, planker û kiryarên êrişên terorîstî tên girtin.

Di çarçoveya operasyonê de, Yekîneyên Antî-Teror (YAT) ên girêdayî hêzên me bi beşdarî û destketdayîna hêzên Koalîsyona Navneteweyî li gundewarê Dêrazorê di rojên yekşem û duşema borî de, li dijî şaneyên DAIŞ`ê 3 operasyonên ewlehiyê li dar xistin. Wan şaneyan amadekarî dikir ku êrişan pêk bîne, aramiya herêmê û welatiyan xirab bike û operasyona Birûska Cizîrê asteng bike.

Her sê operasyon piştî xebatên şopandinê pêk hatin. Di encamê de 3 endamên terorîst hatin girtin, gelek cureyên çek û amûrên leşkerî û cîhazên li gel wan hatin desteserkirin. Çekên hatine desteserkirin ev in:

  • Çeka Kilaşînkof (hejmar 2).
  • Çeka “Bron” (hejmar 2).
  • Bombe (hejmar 3).
  • Mayîn (hejmar 1).
  • Çekên otomatîk (hejmar 1).
  • Dabanca (hejmar 2).
  • Rextên leşkerî (hejmar 3).
  • Telefonên destan (hejmar 1).
  • Miqadarek cebilxane.
  • Hejmarek carcûr.”

(cx)