​​​​​​​Leza ber bi normalîzekirinê ve: Helwesta Şamê û ya Enqereyê

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve têkiliyên dewleta Tirk û hikumeta Şamê bi temamî qut bûbûn. Lê piştî guhertina mezin a ku di helwesta dewleta Tirk de çêbû, ev têkilî bi awayekî dramatîk vedigerin.

​​​​​​​Leza ber bi normalîzekirinê ve: Helwesta Şamê û ya Enqereyê
4 ÇILE, 2023   00:52
NAVENDA NÛÇEYAN – CÛMA MIHEMED

9ʹê Tebaxa 2011ʹan wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker Ahmed Davutoglu serdana Şamê kir û bi serokê rejîma Sûriyê Beşar El Esed re hevdîtin kir. Hevdîtinê 6 saetan dewam kir. Davutoglu hewl da El Esed îqna bike ku li gorî pîvanên Tirkiyê guhertinan li Sûriyê pêk bîne. Lê daxwazên Tirkiyê nehatin bersivandin, di encamê de têkiliyên her du aliyan aloz bûn.

Piştî serdanê bi rojekê anku 10ʹê Tebaxê, Erdogan ku wê demê serokê hikumeta Tirk bû, daxuyanî da û muhleta 15 rojan da El Esed da ku guhertinan çêke. Piştre Davutoglu "gotinên dawîn" ji hikumeta Şamê re kir ku dawî li kuştinan bîne.

22ʹyê 2011ʹyan, Beşar El Esed bersiva daxuyaniyên Tirkiyê dan. El Esed Erdogan muxatib girt û got "Eger Tirkiye dixwaze rola murşid bilîze, ev nayê qebûlkirin."

Diyar bû ku têkiliyên her du aliyan aloztir dibin. 9ʹ Îlona 2011ʹan Erdogan ji El Esed re got "Yên ku rêveberiya xwe li ser xwînê ava dikin dê bi xwînê biçin.”

Di 2ʹyê Mijdara 2011ʹan, “Meclisa Nîştimanî ya Sûriyê ya Opozîsyonê” li Stenbolê hat avakirin. Bi vê yekê Tirkiye veguherî baregeha dijberên Beşar El Esed.

Piştî 20 roj di ser avakirina meclisa navborî re derbas bûn, Erdogan, El Esed bi "tirsonek" wesifand û jê xwest ku îstîfa bike.

Piştre dewleta Tirkiye dest bi siyasetên dijberî Sûriyê kir. Di serî de milkên hikumeta Şamê yên li Tirkiye cemidandin û têkiliyên bankên Sûriyê û Tirkiyê rawestandin. Di 26ʹê Adara 2012ʹan de jî Tirkiyê çalakiyên balyozxaneya xwe ya li Şamê jî rawestandin.

Di Hezîrana 2012ʹan de anku piştî pergala parastina hewayî ya hikumeta Şamê balafira F-4 a dewleta Tirk li Sûriyê li Deryaya Spî anî xwarê, aloziya siyasî ya di navbera her du aliyan de veguherî aloziyeke leşkerî. Piştî wê Tirkiyê betariyên moşekên ji erd bo hewa li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê belav kirin û wekî bersiv di 3ʹyê Cotmeha 2012ʹan de nuqteyên wê yên di xaka Sûriyê de kirin hedef. Di encamê de 5 kes hatin kuştin.

5ʹê Cotmeha 2012ʹan, cara yekemîn e parlamantoya Tirkiyê maf da hikumeta Tirk ku êrişan li dijî xaka Sûriyê bike.

Piştî 10 rojan, Tirkiye qada xwe ya hewayî li pêşiya balafirên rêwiyan ên Sûriyê girtin û di 6ʹê Gulana 2013ʹan de dest bi perwerdeyên leşkerî li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê kirin.

4ʹê Cotmeha 2012ʹan, El Esed got, ji ber desteka wê ya bi “çekdarên opozîyonê” re dê Tirkiye berdêlên giran bide.

ʹESED TERORÎST Eʹ

Ji daxuyaniyên tund ên serokkomarê Tirk ên li hemberî serokê rejîma Sûriyê, di Nîsana 2017ʹan de bû ku Erdogan El Esed bi "qatil" wesifand.

Di civînekê çapemeniyê ya serokê Tûnisê El Bacî Qaîd El Sebsî û Erdogan ku 27ʹê Kanûna 2017ʹan hatibû lidarxistin de, Erdogan got "Bê guman El Esed terorîst e û terora dewletê dike.  Berdewama hebûna El Esed ne mimkun e. Li gel serokê Sûriyê yê ku derdora milyon welatiyê xwe qetil kirin, çawa em, dikarin li pêşerojê binêrin."

Serokkomarê dewleta Tirk her tim hebûna El Esed an peywendiyên li gel wî red dikir. Di Sibata 2018ʹan de di civîna li gel şaredarên taxan a ku li Enqereyê de, têkildarî  peywendiyê bi El Esed re got: "Di çi mijarî de em bi qatilekî re biaxivin ku bûye sedema mirina milyonek sûriyan."

Di heman mehê de, di civîna li gel alîgirên xwe yên AKPʹê ya li bajarê Dîlokê de, Erdogan careke din Beşar El Esed bi qatil wesif kir û anî ziman ku ew ji piştevaniya cîhanê ya li gel rejîma Sûriyê û parastina El Esed matmayî dimîne û gotibû "Tirkiyê lê kêlek zaliman nasekine, hîna parastina mafên mezlûman dike û ji bo rizgarkirina wan kar dike."

Lê serokê rejîma Sûriyê pir li ser hempîşeyê xwe yê Tirk nediaxivî, zimanê ku bi kar dianî ji zimanê ku Erdogan li dijî wan bi kar dianî, tundtir nebû.

El Esed di serdana xwe ya li eniyên gundewarê başûr ê Idlibê de ya Cotmeha 2019ʹan Erdogan bi "diz" û "koleyê Amerîkayê" wesif kir.

Dijminatiya her du aliyan dewam kir, heta ku dewleta Tirk a dagirker helwesta xwe ya siyasî li hemberî serokê rejîma Şamê Beşar El Esed û hikumeta wî guhert.

LEZA BER BI NORMALÎZEKIRINÊ VE

Hevdîtinên her du aliyan destpêkê bi rêya saziyên îstîxbaratê bûn. Di vê çaçroveyê de gelek hevdîtin di navbera serokê îstîxbarata Şamê  Elî Memlûk û hempîşeyê wê yê Tirk Hakan Fîdan de çêbûn. Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, têkiliyên ewlehiyê yên di navbera Şam û Enqereyê de qut nebûn. Ev hevdîtin rê li ber hevdîtinên li ser asta wezîran vekir.

11ʹê Tebaxa 2022ʹyan, nemaze piştî hevdîtinên li ser asta îstîxbaratê, wezîrê karên derve yê Tirk Mevlûd Çavuşoglu eşkere kir ku wî civîneke kurt bi wezîrê karên derve yê rejîma Şamê Feysel El Miqdad re kir. Hevdîtina her du aliyan di navbera civîna Tevgera Alînegiran (Non-Aligned Movement) de pêk hat ku 1ʹê Cotmeha 2022ʹyan li paytexta Sirbîstan, Belgradê hatibû lidarxistin.

Çavuşoglu di wê civînê de anîbû ziman ku bi çi rêbazî be divê lihevkirineke di navbera "Opozîsyon û rejîma Sûriyê" de çêbibe û gotibû, ne wisa be wê aştiyeke mayînde pêk neyê. Daxuyaniyên Çavuşoglu bibû cihê pirsan.

Erdogan jî di lûtkeya Ewropayê ya ku 6ʹê Cotmeha 2022ʹyan li paytexta Çekyayê Pragê hatibû lidarxistin de got, dibe ew bi Beşar El Esed re bicive, dema ku dem guncaw be.

Li ser vê yekê daxuyaniyên ji aliyê Tirk ve li pey hev dihat. Li beramberî wê çavkaniyên ji Sûriyê, di destpêka Kanûna 2022ʹyan de eşkere kir ku rejîm  lihevhatina bi Tirkiyê re ya beriya hilbijartinan red dike.

Mevlut Çavuşoglu piştî çend rojan daxuyand ku welatî wî ji bo xebateke hevbeş bi rejîma Sûriyê re li dijî "terorê" û proseya siyasî ya Sûriyê û vegera Sûriyan li welatê xwe amade ye.

Çavuşoglu di civîna nîqaşkirina budceya derve ya Tirkiyê ya ku 12ʹê Kanûna 2022ʹyan hatibû lidarxistin de got, ji demekê ve îstîxbaratên Tirkiyê û Sûriyê peywendiyan pêk tînin. 15ʹê heman mehê Erdogan daxuyan ku ew dixwaza bi Beşar El Esed re bicive û nêrîna Pûtin a li ser mijarê erênî nirxand.

28ʹê Kanûna 2022ʹyan, wezîrên parastinê yên Tirk, Rûsya û hikumeta Şamê li Moskov civiyan. Ev hevdîtinên ewlehiyê û daxuyaniyên ragihandinê rêya normalîzekirina têkiliyan bi Şamê re ji Enqereyê re vekir.

Piştî rojekê, Mevlut Çavuşoglu got: "Wekî qonaxa duyemîn a nexşerêyê, em plan dikin ku hevdîtinekê li ser asta wezîrên derve yên Rûsya û Sûriyê li dar bixin." Li gorî Çavuşoglu, dibe ku civîn di navîna vê Çileyê de were lidarxistin.

ANHA