Dayika zarokê wê ji sermayê mir: Trajediya hatiye serê min bila neyê serê kesî

Dayika zarokê bi navê Wîsam Sîdo ku ji ber serma û nebûna rêbazên germkirinê li taxa Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dabû, hêvî kir ku ev trajediya wê jiyaye, tu malbatên din ên taxê nejîn.

Dayika zarokê wê ji sermayê mir: Trajediya hatiye serê min bila neyê serê kesî
4 ÇILE, 2023   04:20
HELEB-MIHEMED EBDO

Zarokê bi navê Wîsam Sîdo ji ber sermayê û nebûna rêbazên germkirinê ya di encama dorpêça hikumeta Şamê li ser taxên Şêxemqsûd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê de, jiyana xwe ji dest dabû.

Dayika Wîsam, Erîfe Îbrahîm li ser rewşa kurê xwe beriya wefatê axivî û wiha got: "Tu nexweşxiyên Wîsam ên giran tune bûn, lê di vê dawiyê de beriya wefata kurê min, tevahî malbat ji ber sermayê bi zekemê ketin."

Erîfe destnîşan kir ku kurê wê ji nişka ve germa laşê wî bilind bû û ji ber wê rakirin Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir, ku nexweşxaneya yekane li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye. Kadroyên nexweşxaneyê got bi sedema hin pirsgirêkan germaya zarok pileya 40 derbas kiriye.

Piştî Wîsam demekê di nexweşxaneyê de ma û oksejîn dan wî, lê pirsgirêkên ji ber germahiya zêde bû sedema wefata wî.

Dayika Wîsam diyar kir ku wan xwest zarokê xwe bixin beşa baldariyê li nexweşxaneyeke hikumeta Şamê, lê nikarîn cih peyda bikirana û got: "Lê di dawiyê de biryar da ku zarokê xwe bixin nexweşxaneyek taybet, lê dem derbas bûbû."

Dayika Wîsam di dawiyê de hêvî kir ku trajediya wê jiyaye, tu malbatên din re dubare nebe.

(fr)

ANHA