Îranê li 2 çalakgerên din jî cezayê bidarvekirinê birî

Dadgeha Bilind a Îranê, cezayê bidarvekirinê yê 2 kesên din erê kir ku tev li xwepêşandanên protestoyî bûne û biryar da ku sê kesên din ji nû ve bên dadgehkirin.

Îranê li 2 çalakgerên din jî cezayê bidarvekirinê birî
3 ÇILE, 2023   16:07
NAVENDA NÛÇEYAN

5 kes bi sûcdarkirina kuştina endamekê Besîca girêdayê Parêzkarên Şoreşa Îranê li Kereca li rojavayê Tehranê, hatibûn mehkûmkirin.

Dadgeha Bilind, piştî nihêrtina li dosyeya 5 kesan, cezayê bidarvekirinê yê Mûhammed Mehdî Karamî û Seyîd Mûhammed Huseynî erê kir.

Heman dadgehê biryara li ser Hamid Gar, Huseyîn Mûhammedî û Reza Arya betal kir û biryar da ku ji nû ve bên darizandin.

Di çarçoveya heman dosyeyê de 14 kes bi cezayê pir ê girtîgehê hatin cezakirin û biryar da ku ji nû ve bên darizandin.