Bîlançoya roja 6ʹan a Operasyona Birûska Cizîrê

Di çarçoveya Operasyona Birûska Cizîrê de, di nav de 2 endamên şaneyên çeteyên DAIŞʹê û 3 gumanbar, hejmarek kesên ku destê wan sûcan de hene hatin girtin.

Bîlançoya roja 6ʹan a Operasyona Birûska Cizîrê
3 ÇILE, 2023   12:22
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya roja 6ʹemîn a Operasyona Birûska Cizîrê eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

ʹʹHêzên hevpar ên Operasyona Birûksa Cizîrê di roja 6ʹan de operasyonên ewlehiyê yên li dijî şaneyan û baregehên rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst û kesên ku destên wan di sûcan de hene, li herêmên Hol, Ti Birak û Til Hemîsê didomînin. Sibeha îro operasyon li gundên Sawî, Cenbe, Xan û mezreyên li başûrê rojhilatê Holê hatin kirin.

Qada operasyonê berfireh bû û herêmên sînorê Sûriye-Iraq girt nav xwe. Di vê çaroveyê de li dirêjahiya qada bejahî, li gundewarê rojhilat ê bajarokê Holê zêdetir 63 kîlometre hate paqijkirin, ku rêxistina terorîst a DAIŞʹê dikare sûd jê wergire.

Hêzên hevbeş girtin ser baregehan û 3 kesên ku gumana girêdana bi şaneyên terorîst ve li ser heye, girtin û ketin lêpirsînê, da ku nasnameyên wan ên rast werin eşkerekirin.

Her wiha hêzên hevbeş 4 kes girtin ku destên wan di kiryarên bi sûc wekî revandin, talankirin û şantajkirina şêniyên herêmên başûr û rojhilatê bajarê Hesekê de hene. Van kesan xwe li herêma Holê vedişartin.

Li bajarokê Mergeda yê başûrê Hesekê, hêzên taybet ên hêzên me QSDʹê, bi desteka bejahî û hewayî ya Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke ewlehiyê li dijî şaneya rêxistina ʹDAIŞʹ a terorîst pêk anî . Operasyon piştî komkirina agahiyên zelal li ser çalakiyên şaneya terorîst hat kirin.  Destpêka operasyonê, hêzên me girtin ser cihê 2 endamên şaneya terorîst a li bajarokê Mergeda yê gundewarê başûrê ê Hesekê, piştre malên wan dorpêçkirin û bi baldarî kontrol kir. Di kontrolêkirinê de miqdareke çek û alavên teknîkê yên li gel herdu kesan, hatin desteserkirin û herdu endamên şaneyê hatin girtin.

Herdu endamên ku hatin girtin, di çêkirina teqemeniyan û bombekirina maşîneyan de çalak bûn. Her wiha êriş dibirin ser nuqteyên leşkerî û dewriyeyên ewlehiyê yên gundewarên Hesekê û Dêrazorê."