Rûspiyên Holê destekê didin Operasyona Birûska Cizîrê

Rûspî û şêxên eşîrên Ereb ên li navçeya Holê da zanîn ku ew piştgiriyê didin Operasyona Birûska Cizîrê ku QSD′ê li ser xwesteka şêniyan daye destpêkirin.

Rûspiyên Holê destekê didin Operasyona Birûska Cizîrê
3 ÇILE, 2023   12:06
HESEKÊ

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 29′ê Kanûnê de bi piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Operasyona Birûska Cizîrê da destpêkirin. Gel, bi taybet rûspiyên eşîrên Ereb, bi coşekê ev operasyon pêşwaz kir û destek dayê.

Têkildarî mijarê, rûspiyên eşîrên Ereb ên li navçeya Holê ya Hesekê bi daxuyaniyekê berxwedana QSD′ê pîroz kir û desteka xwe ji operasyonê re nîşan da.

Bi dehan şêx û rûspiyên navçeya Holê bi beşdariya rûspiyên eşîran ên Hesekê li pêş têketina aliyê rojava ya Holê kom bûn û daxuyaniyek da.

Rûspiyê eşîra El Sebeh a navçeya Holê Salim Melaş daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Em rûspî û şêxên eşîrên Holê destekê didin Operasyona Birûska Cizîrê ya ji bo têkbirina şaneyên çeteyên DAIŞ′ê li herêmê.

Bi xwesteka şêniyên Holê Operasyona Birûksa Cizîrê dest pê kir û em spasiya QSD′ê û Hêzên Ewlekariya Hunirîn ji ber destpêkirina vê operasyonê dikin."

Her wiha şêxê eşîra Xewatîne ya li Iraq û Sûriyê, Mehmûd Ebdulhemîd jî wiha got: "Em şêxên Holê û gundewarên wê vê operasyona ku li Holê, Til Hemîs û Til Birakê dest pê kiriye, pêşwaz dikin."

Ebdulhemîd got ew ji bo parastina destkefityên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê destekê didin QSD′ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

(fr)

ANHA