​​​​​​​′20 hezar koçber di salekê de ji Başûr çûn Ewropayê′

‘Komeleya Penaberên ji Ewropayê Vedigerin’ ragihand ku di 2022′yan de nêzî 20 hezar welatiyên ji Başûrê Kurdistanê koçî dewletên Yekitiya Ewropayê kirine.

​​​​​​​′20 hezar koçber di salekê de ji Başûr çûn Ewropayê′
3 ÇILE, 2023   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê komeleyê Bekir Elî di civîneke çapemeniyê de got: "19 hezar û 200 welatiyên ji Herêma Kurdistanê di ser Tirkiyê û Belarûsê re çûne Ewropayê."

Bekir Elî da zanîn ku ji nav kesên ku berê xwe daye Ewropayê, 2 hezar û 300 kes ji niştecihên herêma Raperînê ya Başûrê Kurdistanê ne û got li Raperînê koçberî zêdetir e û windahiyên mezin di nava koçberan de çêdibin.

Elî bi bîr xist ku 29 welatiyên ku piraniya wan ciwan in, sala 2022`yan li ser rêya koçberiya ber bi Ewropayê ve mirine. Elî anî ziman ku hinek ji wan koçberan winda ne û çarenûsa wan nayê zanîn û got: “Em tevî hikumeta herêmê hewl didin cenazeyên wan vegerînin.”

(fr)