Cenazeyên şehîdên Komkujiya 23`yê Kanûnê ji bo Başûr û Bakurê Kurdistanê tên şandin

Îro wê cenazeyên şehîdên Komkujiya duyemîn a Parîsê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurehman Kizil bi merasîm û meşek girseyî ji bo Bakur û Başûrê Kurdistanê werin şandin.

Cenazeyên şehîdên Komkujiya 23`yê Kanûnê ji bo Başûr û Bakurê Kurdistanê tên şandin
3 ÇILE, 2023   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 23’yê Kanûna 2022’yan li paytexta Fransa Parîsê êrişî Komeleya Çanda Kurd ya Ahmet Kaya hat kirin. Di komkujiyê de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil şehîd bûn, 3 kesên din jî birîndar bûn.

Ji roja ku komkujî pêk hatiye û heta niha Kurdên li Fransayê di çalakiya nobedê ya edaletê de ne û navenda Çanda Kurd ya Ahmet Kaya vala nakin.

Tê payîn ku îro cenazeyên her 3 şehîdên komkujiyê, bi merasîm û meşek girseyî ji bo Başûr û Bakurê Kurdistanê werin şandin.