​​​​​​​Bîlançoya salane ya HREʹyê: 204 dagirker hatin kuştin

HREʹyê ragihand ku par li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 70 çalakî li dar xistine, di encama van çalakiyan de 20 polîsên taybet ên Tirk (PÖH), 72 leşkerên artêşa Tirk û 112 çete hatin kuştin. Her wiha 16 polîsên taybet, 67 leşker û 56 çete jî birîndar bûn.

​​​​​​​Bîlançoya salane ya HREʹyê: 204 dagirker hatin kuştin
3 ÇILE, 2023   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê bîlançoya çalakiyên ku li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistine, eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Di sala 2022ʹyan an de êrişên artêşa Tirk û komên çete bi awayekî dijwar dewam kirin. Piştî ku Efrîn hat dagirkirin, gelê me yê ku ji cih û warê xwe koçber bû, her roj bi êrişên dijwar re rû bi rû ma. Artêşa Tirk û komên çete ku tu qanûnên şer nas nakin, li hember gelê me her cure êrişên dijmirovî kirin. Di heremên dagirkirî de jî mirovên welatparêz û birûmet rastî her cure kuştin, revandin û îşkenceyan hatin. Dîsa ji bo guherandina demografiya heremê polîtîkayên qirêjî yên dewleta Tirk di sala 2022ʹyan an de jî dewam kir. Li gel guherandina demografiyê, ne tenê mirov, erdnîgariya Efrînê jî gelek caran bû armanca êrişan. Artêşa Tirk û çeteyên wê ne tenê dijminê gelê heremê ye, di heman demê de dijminê xwezayê ye jî. Di encamê topbaranên ku êdî di heremê de bûne rûtîn de, xwezayê heremê zirarên mezin dît. Li kêleka wî, çeteyên diz û talanker ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî, daristanên heremê tune kirin.

Li hember van pêkanînên dijmin, di nav sala 2022ʹyan de çalakiyên me yên tolhildan û bersivdayinê jî bi awayek xurttir dewam kirin. Gelek çalakiyên bibandor ku derbên mezin li dagirkeran xistin, hatin lidarxistin. Bîlançoya şerê ku li herêmê çêbûye wiha ye:

Di sala 2022ʹyan de, êrişên topbaranê ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê bê navber dewam kir. Seranserê salê heremên me 27 hezar û 498 caran bi obus, havan û tankan ve hatin topbarankirin. 18 caran êrişên balafirên şer û 13 caran jî êrişên bi dronan çêbûn. Di encama van êrişan de yek jê zarok, 7 welatiyên sivîl şehîd ketin, 10 jê zarok 44 welatî jî birîndar bûn.

Di sala 2022ʹyan de, li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 70 çalakî hatin lidarxistin. Di encama van çalakiyan de 20 polîsên taybet (PÖH), 72 leşkerên artêşa Tirk û 112 çete hatin kuştin û 16 polîsên taybet, 67 leşker û 56 çete jî birîndar bûn.

Di encama çalakiyên hêzên me de 3 jê zirxî 14 seyare, tankek, 8 motorsîklet, 8 çeper, 5 kon, 2 mange, obusek, çekeke M-16, gelek cebilxane û alavên teknîkî hatin rûxandin. 2 kirpî, 1 akrep, 2 tank, 1 reo, 1 obus û seyareyek hatin derbkirin. Dîsa di encamê çalakiyan de 8 çekên AK-47, 1 BKC, 1 B-7, 1 çeka sekvanî, 1 demançe, 4 bêtêl, 4 rext, 5 telefon û miqdarek mezin ya cebilxane ji aliyê hêzên me ve hatin desteserkirin.

Di sala 2022ʹyan de 19 hevrêyên me gihaştin şehadetê."