​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3-1-2023`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3-1-2023`YAN
2 ÇILE, 2023   23:00

Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li parêzerên cîhanê kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi hev re kar bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê piştrast kirin ku civîna sêalî ya li Moskovê hatiye lidarxistin, berdewama tunekirina gelê Sûriyê ye û diyar kirin ku armanc jê ew e ku derbe li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin. Şêxên eşîran anîn ziman ku ew nahêlin ku tu kes derbe li projeya wan bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pêkhateyên kantona Qamişlo piştgiriya operasyna QSD`ê kirin ku ji bo tunekirina şaneyên DAIŞ`ê dest pê kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbatên Şehîdan a Kobanê diyar kirin ku hêzên navneteweyî cekên kiymawî didin dewleta Tirk a dagirker û di heman demê de li hember tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bê deng in. Her wiha hişyarî dan kurdan ku planek xeter li dijî wan tê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Di sala 2022ʹyan de derdora 10 hezar jin û mêr li akademî û navendên jineolojiyê perwerde dîtin. Nêzî 457 semîner li ser rewşa jin û civakê hatin dayîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

Pisporê têkiliyên navneteweyî Dr. Iyad El Mecalî got bi hatina hikumeta nû re Îsraîl normalîzekirina bi hikumetên Ereban re û paşguhkirina doza Filistînê didomîne. El Mecalî hikumeta nû ya Îsraîl wek hikumeta herî radîkal a Îsraîlê bi nav kir.

ANHA