​​​​​​​Şêx eşîrên Ereb: Em nahêlin ku tu kes derbe li projeya me bide

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê piştrast kirin ku civîna sêalî ya li Moskovê hatiye lidarxistin, berdewama tunekirina gelê Sûriyê ye û diyar kirin ku armanc jê ew e ku derbe li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin. Şêxên eşîran anîn ziman ku ew nahêlin ku tu kes derbe li projeya wan bidin.

​​​​​​​Şêx eşîrên Ereb: Em nahêlin ku tu kes derbe li projeya me bide
3 ÇILE, 2023   01:37
REQA- MIHEMED XELÎL

Bi armanca ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk jev nêzîk bibin û têkiliyên xwe baş bikin, li Moskovê civîneke sêalî hate lidarxistin û wezîrên parastinê yên dewleta Tirk, hikumeta Şamê û Rûsyayê tê de hazir bûn.

Sûriyan li hember vê civînê nerazîbûn, nîşan dan.

/kr/uploads/files/2023/01/02/194816_-.webp

Têkildarî wê, şêxê eşîra El Xanim El Elî Elî El Taî diyar kir ku civîna di navbera wezîrên parastina dewleta Tirk, hikumeta Şamê û Rûsya de li dijî Rêveberiya Xweser e, ji ber ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ev herêm ji DAIŞ'ê rizgar kir.

El Taî ev civîn û her destwerdaneke dervay li ser axa Sûriyê red û şermezar kir wiha domand: “Ji ber ku axa Sûriyê hemî sûriyan e û mafê her kesî tê de heye, lê belê Rûsya û dewleta Tirk çav berdana petrol û çandiniya Sûriyê û rojekê xizmeta gelê wê nekiriye.”

El Taî ev li gotinên xwe zêde kir: “Çima hikumeta Şamê li şûna Rûsya û dewleta Tirk bi sûriyan û Rêveberiya Xweser re nacive? Ku gelek caran bang kiriye ew ji diyalogê re vekiriye û di wê baweriyê de ye ku aloziya li welêt bi rêya çareyeke siyasî çareser dibe.”

/kr/uploads/files/2023/01/02/194829_-.webp

Şêx eşîra El Begare, Ferhan Mistefa Hec Ubêd jî destnîşan kir ku ev civîn ne li gorî berjewndiyên gelê Sûriyê ye, lê belê ji bo rijandina xwîna sûriyan e û diyar kir ku ji ber destwerdana Rûsya û Tirkiyê gelê Sûriyê penaber bûye.

Hec Ubêd îşaret bi rewşa penaberan di nava kampan de kir û got: "Hikumeta Şamê nizane azarên penaberên di nav kampan de çi ne ku neçar mane ji warên xwe koçber bibin. Niha jî destê xwe dike destê kujerê Sûriyê, Erdogan. Em rûspiyên Reqayê vê civînê qebûl nakin ku li dijî gelê Sûriyê ye û yên li hev civiyane jî, dijminên gelê Sûriyê ne.”

Hec Ubêd di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku armanca vê civînê ew e ku derbe li projeya Rêveberiya Xweser û biratiya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin, lê ew bi yekitiya xwe dê vê yekê qebûl nekin û nahêlin ku tu alî projeya wan têk bibe.

(dm)

ANHA