​​​​​​​Kurdistanî wê îro şehîd Evîn, Mîr û Abdurehman oxir bikin

Wê îro cenazeyên şehîdên Komkujiya duyem a Parîsê Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer û Abdurehman Kizil li Başûr û Bakurê Kurdistanê bi merasîmên girseyî bên oxirkirin.

​​​​​​​Kurdistanî wê îro şehîd Evîn, Mîr û Abdurehman oxir bikin
5 ÇILE, 2023   06:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdurehman Kizil ên ku di 23’yê Kanûnê de li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê hatin şehîdxistin, wê îro li Başûr û Bakurê Kurdistanê werin oxirkirin.

Wê cenazeyê Şehîd Evîn Goyî ji Parîsê bigihêje Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê. Ji balafirgehê wê cenaze bibin Mizgefta Ehmed Hacî Elî û li wir piştî rêûresma olî di saet 09.30’an de wê ber bi Şehîdgeha Qendîlê ve were oxirkirin.

Cenazeyê Şehîd Evîn Goyî wê li Şehîdgeha Qendîlê bi tevlîbûna malbata wê û welatparêzan bi merasîmekê were oxirkirin.

Ji bo Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) ê ji Tevgera Çandê jî, wê îro li bajaroka Ewran a girêdayî navenda Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, ji bo Abdurehman Kizil jî dê li navçeya Kaxizman a Qersê ya Bakurê Kurdistanê merasîmên girseyî bên lidarxistin.