​​​​​​​Li herêmên hikumeta Şamê di 24 seatan de 4 kes hatin kuştin

Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de, di 24 saetan de 4 kes hatin kuştin.

​​​​​​​Li herêmên hikumeta Şamê di 24 seatan de 4 kes hatin kuştin
2 ÇILE, 2023   13:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Alozî û tevliheviya li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de dewam dikin. Hate ragihandin ku di 24 saetên dawîn d li sê herêman 4 bûyerên kuştinê rû dane, bêyî ku hesab bê pirsîn.

Li gorî SOHRʹê, li beravên Lazqiyê di navbra komek kesan de pevçûn derket û gule hatin avêtin. Di encamê de endamekî hêzên hikumeta Şamê ji gundê Demserxo yê bakurê parêzgeha Laziqiyê hat kuştin.

Li ser rêya Seyda-Eyn Zeker a başûrê Quneytîrayê jî mayîneke ku di erebeya leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê de hatibû bicihkirin, teqiya. Di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Li parêzgeha Derayê jî ku hikumeta Şamê "Çareseriyan" lê pêk tîne, hema bêje rojane bûyerên kuştinê rû didin. Di vê çarçoveyê de li bajarê Hîran ê rojhilatê Derayê çekdarên nenas gule reşandin, di encamê de welatiyek hat kuştin. Tê gotin ku kesê hatiye kuştin xwediyê firniyeke nan e û ne girêdayî tu aliyên leşkerî ye.

Duh (Yekşemê) kesek ku beriya çend rojan li bajarokê Gazriya yê gundewarê rojhilat ê Derayê di êrişa çekdarên nenas de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.