Ji ber êrişa Îsraîlê balafirgeha Şamê ji xizmetê derket

Ji ber êrişa Îsraîlê ya li ser Şamê de 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û Balafirgeha Şamê ya Navneteweyî ji xizmetê derket.

Ji ber êrişa Îsraîlê balafirgeha Şamê ji xizmetê derket
2 ÇILE, 2023   06:30
NAVEND NÛÇEYAN

Di daxuyaniya hikumeta Şamê de hate diyarkirin ku ji ber êrişa Îsraîlê Balafirgeha Şamê ya Navneteweyî ji xizmetê derketiye. Her wiha hate ragihandin ku di encama êrişê de 2 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin û ziyanên madî çêbûne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihand ku Îsraîlê Balafirgeha Şamê ya Navneteweyî, depoyek û avahiya li derdora wê kirin hedef. Di encamê de beşek balafirgehê wêran bûye û ji xizmetê derketiye û 4 kes hatine kuştin.

SOHRʹê diyar kir ku derengiya şeva Yekşem-Duşemê balafirên Îsraîlê êriş birin ser baregehên Hizbullah a Lubnanê û Pasdarên Îranê yên li derdor û başûrê Şamê. SOHR`ê destnîşan kir ku pergala parastina hewayî ya Şamê nikarî bersiva moşekên Îsraîlê bida.

Di sala 2022ʹyan de Îsraîlê 23 êriş li dijî Sûriyê pêk anîn. Di encamê de 91 cih (avahî, depoyên çek û cebilxaneyan, navend û maşîne) bûne hedef. Di van êrişan de 89 leşker hatin kuştin û 121 jî birîndar bûn.