​​​​​​​Li Reqayê qedexeya qismî hat ragihandin

Li Reqayê qedexeya giştî hat rakirin û ya qismî hat ragihandin.

​​​​​​​Li Reqayê qedexeya qismî hat ragihandin
30 kanûn, 2022   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrişa 26ʹê Kanûnê ya şaneyên çeteyên DAIŞʹê ya li ser navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê û destpêkirina operasyona legerîn û paqijkirinê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve, Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl qedexeya giştî ya çûn û hatinê ragihand.

Komîteyê îro bi biryarê qedexeya giştî rakir û qedexeya qismî ji saet 16:00 heta 19:00ʹan ragihand. Biryar îro (30ʹê Kanûnê) dikeve meryetê.

Komîteyê diyar kir ku rewşa ewlehiyê di bin kontrolê de ye.

ANHA