​​​​​​​Li dijî nêzîkatiya Tirkî-Sûrî li herêmên dagirkirî xwepêşandan

Li gelek bajar û bajarokên di bin serweriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, xwepêşandanên girseyî yên şermezarkirina hevdîtina wezîrên parastinê yên dewleta Tirk, hikumeta Şamê, Rûsya li dar ketin.

​​​​​​​Li dijî nêzîkatiya Tirkî-Sûrî li herêmên dagirkirî xwepêşandan
30 kanûn, 2022   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine, xwepêşandanên bi hêrs li dar ketin. Xwepêşandêran civîna di navbera wezîrên parastinê yên dewleta Tirk, hikumeta Şamê û Rûsyayê de pêk hat, şermezar kir.

Ev xwepêşandan bi navê"Îna em bimirin û bi Esed re li hev nayên" hatin lidarxistin. Xwepêşandan li Idlib, Ezaz, Mari, Soran, Exterîn, Raî, Qebasîn, Bezae, Bab, Cerablus û Xedore yên di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de hatin lidarxistin.

(fr)