​​​​​​​RSF: Dewleta Tirk ji xeternaktirîn dewleta li dijî rojnamevanan e

RSF’ê di raporeke xwe de bi bîr xist ku di navbera salên 2003 û 2022′yan de hezar û 668 rojnamevan li cîhanê hatine qetilkirin, lê dewleta Tirk di nava dewletên Ewropayê de di rêza xetereya li dijî rojnamevanan de sêyemîn e.

​​​​​​​RSF: Dewleta Tirk ji xeternaktirîn dewleta li dijî rojnamevanan e
30 kanûn, 2022   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rapora Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) di navbera salên 2003 û 2022′yan de hezar û 668 rojnamevan hatin qetilkirin.

Ji 2012′yan ve 52 rojnamevan hatine qetilkirin, bi taybet ji ber dozên girêdayî mafên jinan.

DEWLETÊN EWROPÎ YÊN HERÎ XETERNAK LI DIJÎ ROJNAMEVANAN; TIRKIYÊ YA SÊYEMÎN E

Têkildarî sûcên sûîqastkirinê, Rûsya di nava dewletên Ewropayê de ya yekemîn e, dûre Ukrayna tê. Ew yek ji ber tevgera leşkerî ya Rûsyayê ya Ukraynayê ye.

Di nava dewletên Ewropayê de têkildarî xetereya li dijî rojnamevanan, dewleta Tirk di rêza sêyemîn de ye. Ew jî ji ber çewisandina azadiya rojnamevanî û ragihandinê ye. Ji nava 180 dewletan dewleta Tirk di rêza 149′an de ye.

SALÊN ZEHMET

Di 2012 û 2013′yan de astên qetilkirina rojnamevanan herî zêde bû. Di wan salan de herî kêm 144 rojnamevan hatin qetilkirin, bi taybet li Sûriyê. Lê di 2019′an de rêjeya qurbaniyan li Sûriyê bi paş ket.

Hejmara rojnamevanên di 2022′yan de hatine qetilkirin, ji 4 salên borî zêdetir in, her wiha 58 rojnamevan di 2022′yan de hatin qetilkiirin.

LI HERÊMÊN ŞER KOMKUJÎ

Li herêmên tê de şer diqewimin, jiyana rojnamevanan di 10 salên borî de herî xeternak bû. Di nava sûcên qetilkirinê yên ji 2014′an de pêk hatine ku di encamê de 686 çalakgerên rojnamevaniyê bûn, 335 rojnamevan li herêmên şer ên Sûriyê, Efganistan, Yemen û hwd hatine qetilkirin. Di 10 salên vê sedsalê de gelek rojnamevan hatin qetilkirin; di 2012′yan de 94, di 2013′yan de 92, di 2014′an de 64, di 2015′an de 52, di 2016′an de 53 rojnamevan hatin qetilkirin.

(fr)