Şêniyên Dera banga hilweşîna rejîmê kir

Bi dehan şêniyên Casim ê Derayê xwepêşandanên li dijî hikumeta Şamê li dar xistin û bangên "hilweşîna rejîmê" û "serbestberdana girtiyan" kirin.

Şêniyên Dera banga hilweşîna rejîmê kir
30 kanûn, 2022   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), bi dehan şêniyên Casim ê bakurê Derayê xwepêşandan li dar xistin û banga "serbestberdana girtiyan, hilweşîna rejîmê û derxistina milîsên Îranê" kirin.

Ji 21′ê vê mehê ve li Casim, Senemên, Dail, Xebaxib, Neîme û Mizêrîb ên Derayê şênî li dijî hêzên hikumeta Şamê û saziyên wê yên ewlehiyê daketine qadan.

(fr)