Foza Yusuf: PYD û YNK dikarin pêşengiya stratejiyek netewî bikin

Foza Yusuf destnîşan kir ku di hevdîtina Serokê YNK Bafil Talabanî û PYD’ê de dijî xeteriyên liser destkeftiyên Kurdan, girîngiya yekîtiya netewî hatiye vegotin û hatiye destnîşankirin ku PYD û YNK dikarin pêşengiya van xebatan bikin.

Foza Yusuf: PYD û YNK dikarin pêşengiya stratejiyek netewî bikin
22 kanûn, 2022   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Desteya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yusuf têkildarî serdana Serokê YNK’ê Bafil Talabanî û naveroka hevdîtina wan, ji ANHA’yê re axivî.

Foza Yusuf destnîşan kir ku di pêvajoyek wiha girîng de serdana Talabanî gelek girîng bû û wiha dom kir: “Li ser Rojavayê Kurdistanê tehdînên mezin hene, li ser tevahî Kurdan siyasetek qirkirinê tê meşandin. Lewma hevgirtina di nava partiyên siyasî û perçeyên Kurdistanê de dîrokî û jiyanî ne.”

Foza Yusuf diyar kir ku armanca serdana Talabanî destekdayîna destkeftiyên Kurdistanê û wiha pê de çû: “YNK ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve, xwedî helwestek netewî û pir bi hêz bû. Em bi vê wesîleyê spasiya hemû rayedarên Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) dikin. Xwedî helwestên netewî bûn, van 12 salan di warê dîplomasî, madî-manevî û hemû waran de alîkariya wan ji bo Rojava çêbû.”

Têkildarî naveroka hevdîtinê jî Foza Yusuf agahî dan û da zanîn ku ew li ser xeteriyên dijî çar parçeyên Kurdistanê, girîngiya yekîtiya netewî û têkoşîna dijî DAIŞ’ê rawestiyan e.

‘Girîngiya Yekîtiya Netewî’

Foza Yusuf gotubêjin ku têkildarî xeteriyên li ser herçar parçeyên Kurdistanê hatine kirin wiha anîn ziman: “Hêzên li Kurdistanê dagirker in, ji bo ku destkeftiyên gelê Kurd têk bibin, di nava hevkariyê de ne. Lewma pêwîste di nava Kurdan de jî stratejiyek hevbeş hebe da ku li hemberî xeteriyan were rawestandin, zor û zehmetî werin derbaskirin. Ji ber vê yekê hevkariya di navbera hêz û partiyên Kurdan de gelekî girîng e. Li hembirî siyaseta qirkirinê, li ser girîngiya stratejiya hevbeş hat rawestîn. Me wekî PYD got ku em ji hemû xebatên xizmeta yekîtiya netewî dikin re amade ne, piştgiriyê dikin. Hemû xebatên ku YNK di vê mijarê de dimeşîne emê destek bikin û em ê vê xebatê bi hevre bimeşînin.”

Foza Yusuf destnîşan kir ku wan di hevdîtinê de bal kişandiye ser rola YNK’ê ya di mijara yekîtiyê de û wiha got: “Me bal kişand ser rola YNK’ê ya di yekîtiya netewî de. Em dikarin bêjin ku dijmin ji bo ku gelê Kurd û Kurdistanê perçe bike û nakokiyan derxîne şerekî pir qirêj dimeşîne. Lewma me diyar kir ku ji bo parastina destkeftiyan û bi taybet destkeftiyên Başûr em amadene rol bilîzin. Di pêşerojê de wê di çarçoveya stratejiya netewî de hinek xebat werin meşandin. Me got em weke PYD û YNK di nava tifaqekê de van xebatan bimeşînin.”

Foza Yusuf da zanîn ku Bafil Talabanî jî gotiye ewê heta dawiyê piştevaniya Rojavayê Kurdistanê bikin, her wiha  piştevaniya xwe ya ji bo QSD’ê diyar kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her wiha bal kişand ku gelê Kurd di nava metirsiyekê de ye, lewma diyar kirin ku ewê ji bo yekîtiya Kurdan têkoşîn bikin. Di vê çarçoveyê de civîna ku di demên dawî de navbera partiyên Başûr de çêbûye, gelekî girîng bû. Israra ji bo xebatên bi vî rengî nîşan daye. Dîsa ewê di pêşerojê de ji hinek xebatan re pêşengiyê bikin. Di vê mijarê de piştevanî ji PYD û Rojavayê Kurdistanê xwest ku em bi hevre vî karî bimeşînin.”

Çareseriya pirsgirêkên li Suriyeyê jî mijarek din a civînan bû. Foza Yusuf têkildarî vê mijarê jî ev agahî parve kirin: “Em li ser rola YNK’ê ya di çareseriya pirsgirêka Suriyê de rawestiyan. Birêz Celal Talabanî li herêmê xwedî rolek girîng bû. Me jî bal kişand ku YNK dikare di aramîya herêmê de rolek girîng bilîze. Ziyaretek gelekî serkeftî bû, em bawerim ku wê di hemû waran de xizmeta helwesta netewî, berjewendiyên gelê me û aramiya herêmê bike.”

‘PYD û YNK Dikarin Rol Bilîzin’

Foza Yusuf bilêv kir ku wan di civînê de bal kişandiye ser girîngiya meşandina xebatek hevbeş a dîplomasiyê û ev agahî dan:  “Pêwîstiya Kurdan bi xebatek wiha heye, PYD û YNK dikarin rolek wiha bilîzin. Ev ziyarek ji bo vê mijarê jî girîng bû. Herdu aliyan bal kişandin ku ev hewldan û hevkaraî berdewam bikin. Hevkariya Başûr û Rojavayê Kurdistanê bihêztir bibe. Herdu aliyan biryardariya xwe ya di vê mijarê de nîşan da. Me xwest ku di nava Kurdan de têkiliyên stratejîk bên pêşxistin, PYD û YNK pêşengiya vê bikin. Wan jî diyar kirin ku ji vê xebatê re amade ne. Ev xebata hevbeş bi taybetî ji bo yekîtiya netewî girîng e.”

‘Têkoşîna Dijî DAIŞ’ê’

Gotibêjên ku li ser têkoşîna dijî DAIŞ’ê hatine meşandin jî Foza Yusuf wiha rave kirin: “Em li ser xebatên hevbeş ên dijî DAIŞ’ê hatiye rawestin, girîngiya vê têkoşînê hatiye vegotin. DAIŞ niha li Rojava, Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê û Iraqê xwe dîsa rêxistin dike. Lewma pêwendiya têkoşîna hevbeş gelekî girîng e. Herdu aliyan jî bal kişand ku ev hevkarî were domandin. Dibe ku di dema pêş de ev hevdîtin li Silêmaniyê jî pêk werin.”

Di dawiya axaftina xwe de Foza Yusuf careke din bal kişand ser girîngiya yekîtiya netewî û ev peyam da:  “Şerekî qirkirinê dijî Kurdan tê meşandin, Bakûr, Başûr û Rojava jî di xeteriyê de ye. Li hemberî peymanên wekî Lozanê ku dikeve sed saliya xwe pêwîstî bi peymanek hevpar a di nava Kurdan de heye. Ev peymana yekîtiyê wê peymanên qirkirinê tune bike. Hewldanên wiha jî wê xizmeta vê yekê bikin. Eger em van xebatan bimeşînin em bawerin ku nahêlin dîrok xwe dubare bike. Me ev biryardarî li gel birêz Bafil Talabanî jî dît û ev gelekî girîng e.”