Bi merasîmekê şêniyan şehîd Şadî Ehmed oxir kir

Şeniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Şadî Ehmed li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo oxir kir.

Bi merasîmekê şêniyan şehîd Şadî Ehmed oxir kir
22 kanûn, 2022   12:28
QAMIŞLO

Li gorî Meclisa Malbatên Şehîdan, şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Şadî Abdulezîz Ehmed di 19’ê Kanûnê de, dema ji bo rizgarkirina hevalên xwe di çem de xeniqî û gihişt asta şehatdetê.

Di merasîmê de bi dehan şênî, endamên saziyên sivîl, dost û hevalên şehîd amade bûn. Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin destpêkir.

Di merasîme de Hevseroka Meclîsa Melbata Şehîdan a bajarê Qamişlo Hevî Seyîd axivî, sersaxî ji malbata şehîd û hemû gelan re xwest. Hêvî bal kişand ser bûyera ku şehîd Şadî tê de şehîd bû û da zanîn ku şehîd Şadî canê xwe li ber hevalê xwe feda kir, ev yek jî vedigire asta rihê hevaltiyê li cem wî ku ev yek jî ji felsefeya Rêber Ocalan girtiye.

Di berdewamiya axaftina li ser kesayeta Şehîd Şadî de, Hêvî got: “Şehîd Şadî jî yek ji wan hevalan bû ku ji bo hevaltiya xwe dijiya, di nav hevalê xwe de dihat heskirin. Şadî ji bo hevalê xwe xilas bike canê xwe ji dest da, mîna her şehîdî Şadî jî bû qehremanê gelê xwe.”

Paşê wesîqeya şehadetê radestî malbata şehîd hat kirin, hevalên şehîd Şadî Ehmed cenazeyî wî bi slogana `Şehîd Namirin` rakirin û spartin axê.

(he)

ANHA