Gerîla Tv dîmenê çalakiyeke sabotajê ya YJA Starê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla ya sabotajê weşand, ku li herêma Bestayê pêk hat û di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin.

Gerîla Tv dîmenê çalakiyeke sabotajê ya YJA Starê weşand
22 kanûn, 2022   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev agahî dabû:

"Hêzên me yên YJA Starê 13'ê Gulanê saet di 14:30'î de li herêma Bestayê li dijî dagirkerên ku hewl didan bi wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Amarok ji gundê Osyanê biçe Girê Aqîr, çalakiyeke sabotajê li dar xist.

Di encamê de 4 dagirkerên di hundirê wesayitê de hatin cezakirin û wesayita zirxî bi temamî hate îmhakirin."