KCD û HDP’ê ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re serlêdan kir

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û parlamenterên HDP'ê ji bo karibin bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Edaletê dan.

KCD û HDP’ê ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re serlêdan kir
22 kanûn, 2022   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wekîlên HDP'î ku roja Çarşemê li ber Wezareta Edaletê dest bi çalakiyê kirin, îro jî ketin nava hewldaneke nû.

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP'ê Sezaî Temellî, Remziye Tosûn, Abdûllah Koç, Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Şevîn Coşkûn ji bo karibin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, daxwazname dan Wezareta Edaletê.

Wekîlên HDP'ê 21'ê Kanûnê bi armanca bidawîkirina tecrîdê û pêkhatina hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, li ber Wezareta Edaletê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn.

Çalakiya li pêşiya Wezareta Edaletê wê bêdem û bi dorveger dewam bike.

Parlamenter wê her roj di saetên diyarkirî de li ber wezaretê bin.