​​​​​​​SOHR: Di êrişa Îsraîlê ya li Şamê de 2 kes hatin kuştin

SOHR'ê ragihand ku Îsraîlê li dijî depoyên Hizbullaha Lubnanê êrişa bi roketan pêk aniye û di encamê de 2 kes hatine kuştin.

​​​​​​​SOHR: Di êrişa Îsraîlê ya li Şamê de 2 kes hatin kuştin
20 kanûn, 2022   06:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanseke ser bi hikumeta Şamê ve ragihand ku pergala parastina hewayî ya artêşa hikumeta Şamê bersiva êrişa Îsraîlê daye û gelek roket anîne xwarê.

Heman ajansê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyekî leşkerî, da zanîn: “Saet derdora 00:30'an Îsraîlê ji aliyê bakurê rojhilatê gola Teberaya ve roket avêtine gelek nuqteyên girêdayî hêzên hikumeta Şamê, lê pergala parastina hewayî êriş têk bir û gelek roket anîne xwarê. Di encama êriş de 2 leşker birîndar bûne.”

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihand ku di êrişa li nêzî balafirgeha navneteweyî û derdora Şamê de 2 kes hatine kuştin û dibe ku kuştî endamên Hizbullahê bin.

SOHR`ê diyar kir ku êriş dibe ku li dijî depoyên lojistîk û çekan ên Hizbullahê be ku li mezrayeke di navbera herêmên Seyde Zeyneb û El Becdeliyê de ye. Her wiha agahî hene ku hejmara kuştiyan gelek e.

SOHR'ê da zanîn ku Îsraîlê herî kêm 4 caran êrişî nuqteyên Îranê yên li derdora balafirgeha navneteweyî ya Şamê û mezrayên li herêma Seyda Zeyneb kiriye.

(şx)