`Êrişên Tirkiyê û bandorên wê li ser çareseriya siyasî ya Sûriyê` mijara panelekê li Qamişlo

MSD`ê li Qamişlo panelek bi dirûşma “Êrişên Tirkiyê û bandorên wê li ser çareseriya siyasî ya Sûriyê” li dar xist ku nûnerên partiyan û siyasetmedarên Qamişlo tev lê bûn.

`Êrişên Tirkiyê û bandorên wê li ser çareseriya siyasî ya Sûriyê` mijara panelekê li Qamişlo
17 kanûn, 2022   18:49
QAMIŞLO

 Panel li hola Zana ya Qamişlo bi beşdariya nûnerên partiyan, rêxistinên jinan, saziyên Rêveberiya Xweser, Civaka Sivîl û kesayetên serbixwe yên herêmê li dar ket.

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî, endama Nivîsgeha Jinan a MSD`ê Darîn Hisên û endamê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê Ebdulbaqî Hemze panel bi rêve birin.

Di panelê de Hesen Mihemed Elî geşedanên siyasî yên herêmê şîrove kirin û diyar kir ku ajande, berjewendî û projeyên navneteweyî bi awayekî neyînî bandor li çareseriya Sûriyê dike.

Di beşa duyemîn a panelê de, endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Qamişlo, Ibtîsam Hisên axivî û diyar kir ku rola hêzên navneteweyî di van êrişên li dijî herêmê de heye.

Rojnamevan Kurdyar Dirêî jî got: “Divê MSD û hemû hêzên din hemû aliyan di bin sîwana Rêveberiya Xweser de kom bikin. Her wiha divê dewletên ereb û gelên wê piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin ji ber ku li hember êrişên dewleta Tirk, rêveberî bendeke asê ye.”

Rewşenbîr û endama Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Hesîne Ehmed destnîşan kir ku Amerîka û Rûsya ji ber berjewendiyên xwe destê wan di êrişan de hene.

Beşdaran teqezî bi pêwîstiya xurtkirina helwestên hêzên navneteweyî li hember siyaset û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê kir.

(şx)

ANHA