​​​​​​​Ji bo teşhîrkirina sûcên dagirkeriyê panela hiqûqî ya şêwirê

Der barê sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de panela hiqûqî ya şêwirê dest pê kir. Beşdarên panelê banga teşhîrkirina sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker kir û bang li rêxistinên hiqûqî kir ku sûcên dewleta Tirk eşkere bikin.

​​​​​​​Ji bo teşhîrkirina sûcên dagirkeriyê panela hiqûqî ya şêwirê
17 kanûn, 2022   11:49
HESEKÊ

Ji bo balkişandina ser sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê panela diyalogê ya şêwirê bi sernavê "Zehmetî, astengî û çareserî" li Xwaringeha Marbîla ya li taxa Hecer a Hesekê dest pê kir.

Panel ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan û Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tê organîzekirin.

Endamê Desteya Damezirîner a Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê Aynûr Zêd Paşa axaftina destpêkê kir û got ev panel bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê bi dirûşma "Wekhevî di rûmetê û nenîjadperestiyê de" hate lidarxistin.

Li ser armancên vê panelê Aynûr Zêd Paşa wiha got: "Armanca panelê geşkirina wekhevî û rûmetê ji her kesî re, vejandina rûmeta milyonan, dayîna bingehekê ji cîhana adilane re û parastina mafên mirovan li her deverê ye."

Aynûr Zêd Paşa anî ziman ku Danezana Mafên Mirovan a Cîhanê wesîqeya navneteweyî ye û armanca wê parastina rûmeta mirovahiyê ye.

Aynûr wiha pê de çû: "Di demekê de ku cîhanê vê rojê bi bîr tîne, em li Sûriyê bi giştî, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet rastî hemû cureyên tundî û binpêkirinan tên. Dewleta Tirk a dagirker sûcên qetilkirin, wêrankirin, tecawîzkirin, revandina bidarê zorê û koçberkirinê pêk tîne. Di demekê de ku NY′yê banga azadiyê dike bi hezaran sûrî ji azadiya xwe mehrûm in û di demekê de ku banga rûmetê dike, rûmeta bi hezaran sûrî di malên wan de tên tecawîzkirin, ji xaka xwe tên koçberkirin. Her wiha di demekê de NY′yê banga edaletê dike, mafên gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên biryara çarenûsa xwe ya jiyana li ser xaka xwe, paşguh dike, li pêş qêrînên dayik û zarokên azarên şer û dagirkeriyê dikişînin ker e."

Endamê Desteya Damezirîner a Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê Aynûr Zêd Paşa diyar kir ku ew binpêkirinên ku hatine kirin û hîna li Sûriyê tên kirin, astengiyên li pêşberî rêxistinên hiqûqî yên belgekirina sûcên li Sûriyê pêk tên, nîqaş dikin da ku rewşa hiqûqî bi pêş bixin û kedên ji bo lêkolînkirina dîtina qanûn û hiqûqê didin da ku sûcên li dijî gelê Sûriyê pêk tên bi dawî bin.

Dûre xebatên panelê yên beşa yekemîn a bi sernavê "Nirxandina binpêkirinên hiqûqî yên li herêmê pêk hatine û wesifkirina wê li gorî qanûna navneteweyî ya mirovî û peymanên NY′yê" ji hêla hevserokê Komîteya Belgekirina Sûcan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Viyan Eyûb ve dewam kirin.

Viyan Eyûb da zanîn ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker rastî sûcan tê û ji mafên xwe yên herî hêsan tê mehrûmkirin.

Viyan Eyûb wiha domand: "Êriş û bombebarankirina ketober a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên yên li ser qadên niştecihan, binesazî û avahiyên stratejîk, mîna stasyonên petrol, gaz, dibistan û nexweşxaneyên li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sûcên qetilkirinê û darvekirina meydanî mîna qetilkirina şehîd Hevrîn Xelef sûcên şer in. Ev hemû li pêş çavên rêxistinên mafên mirovan û Komîseriya Mafên Mirovan a NY′yê û binpêkirina qanûnên navneteweyî û qanûna Cinêvê pêk tên."

Piştre nîqaş li ser mijarê çêbûn. Beşdaran da zanîn ku divê zext li rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan a cîhanê were kirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker bi hejmar û bîlançoyan werin eşkerekirin û xebat ji bo eşkerekirina sûcên li dijî şêniyên herêmê were kirin û bigihîne aliyên mirovî û yên têkildarî mafên mirovan.

Dûre beşa duyemîn a bi sernavê “Astengî û zehmetiyên li pêş xebata hiqûqî di mecalên şopandin, belgekirin, lêpirsîn û rêbazên derbaskirina wan de li gorî nêrîna saziyên hiqûqî û çapemeniyê ji hêla Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn –Sûriyê û Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê” dest pê kirin.

(fr)

ANHA