Polîsên Tirk li Amedê 20 kes destgîr kirin

Li Amedê polîsên dewleta Tirk di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girt û nêzî 20 kes destgîr kirin û polîsan di dema serdegirtinan de îşkence li kesên destgîrkirî kir.

Polîsên Tirk li Amedê 20 kes destgîr kirin
17 kanûn, 2022   11:21
NAVEDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Ajansa Mezapotamyayê li Amedê polîsên dewleta Tirk a dagirker di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girt û nêzî 20 kesan destgîr kirin. Hate zanîn ku polîsan ji bo ku cîran îşkenceyê nebinin, qula derî bi bandê girtine.

Di serdegirtinan de deriyên malan hatin şikandin û bi saetan li malan lêgerîn hate kirin û hemû tiştên malan hatin belavkirin. Hate diyarkirin ku kesên hatine destgîrkirin birine Miduriyeta Polîsan a Amedê.

Sînemager Suphî Orhan jî hatiye destgîrkirin û di dema destgîrkirinê de îşkence lê kirine. Li Mûhsîn Acar ê li mala xwe hate destgîrkirin jî îşkence hate kirin. Hate diyarkirin ku pozê Acar şikestiye û dev û lêvên wî reş û şîn bûne. Di wêneyan de hate dîtin ku xwîna ji pozê Acar hatî, rijiyaye ser mehfûran.

Malbata Acar, îşkenceya li Acar hatiye kirin wiha vegot: “Li derî dan, me jî vekir. Çawa ku me derî vekir polîs ketin hundir. Em li erdê dirêj kirin. Dû re Mûhsîn xistin odeyekê em xistin odeyekê. Di wê navberê de dengê Mûhsîn dihat. Difina Mûhsîn şikandibûn. Li ser mehfûran şopa xwînê hebû. Gotin ku derbarê Mûhsîn de biryara destgîrkirinê heye û ew birin. Li malê du saetan lêgerîn kirin.”

Navên hin kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Sînemager Sûphî Orhan, Mazlûm Kardaş, Fermandar Kardaş, Sohbet Yildiz û Mûhsîn Acar.

Ji ber li ser dosyayê biryara sînordarkirinê heye, sedemê destgîrkirinê nehate zanîn.