Bi pêşangehê bal kişand ser tecrîda li dijî Rêber Ocalan

Tevgera Xwendekarên Demokratîk li bajarê Qamişlo pêşangeha pirtûk û tabloyan vekir, tê de bal kişand ser tecîrda şidandî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan.

Bi pêşangehê bal kişand ser tecrîda li dijî Rêber Ocalan
17 kanûn, 2022   10:36
QAMIŞLO

Pêşangeh îro li hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo hat vekirin. Di pêşangehê de pirtûkên Rêber Ocalan û yên girêdayî tevgera azadiyê ya Kurdistanê û tabloyên ku wêneyên Rêber Ocalan li ser hatine xêzkirin, hatin pêşandan.

Pêşangeh wê heta 22`yê Kanûnê li van deveran berdewam bike: Roja 17-18`ê Kanûnê li Zanîngeha Rojava, 19-20`ê Kanûnê li Zanîngeha Qurtuba, 21-22`ê Kanûnê li Zanîngeha Rojava Fakulteya Perwerdeyê.

Endamê Tevgera Xwendekarên Demokratîk û xwendekarê fakuleteya Zanista Siyasî Can Yûsif têkildarî mijarê ji me re axivî.

Yûsif diyar kir ku pêwîste hemû xwendekar pirtûkên Rêber Ocalan bixwînin û asoyên xwe berfireh bikin û got: “Heke fikrê Rêber Ocalan ne cihê çareseriya pirsgirêkên cîhanî bûya, dewletên desthildar rê li ber hevdîtina parêzeran nedigirt.”

(sb)

ANHA