Şêniyên Eyn Îsa daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kir

Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa bi xwepêşandanekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kir.

Şêniyên Eyn Îsa daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kir
17 kanûn, 2022   11:07
EYN ÎSA

Xwepêşandan ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ve hat organîzekirin û bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên Girê Spî beşdarê bûn.

Gel ji Çarxerêya Dîspilîna Leşkerî dest bi xwepêşandanê kir û li cem Çarxerêya Şehîd Cûdî rawestiyan. Di xwepêşandanê de pankertên bi nivîsên “Azadiya Rêber Ocalan misogeriya azadiya gelan û kilîta çareseriya aloziya li herêmê ye” û wêneyên Rêber Ocalan hatin bilindkirin.

Li Çarxerêya Şehîd Cûdî, bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê şaxê herêma Firatê Mihemed Mehmûd axivî û tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan şermezar kir.

Mehmûd diyar kir ku dewleta Tirk bi ferzkirina tecrîdê planên dewletên mêtînger û yên dijberî azadî û aştî pêk tîne.

Mehmûd destnîşan kir ku dewleta Tirk ji fikrên ku Rêber Ocalan ji bo rizgarkirina gelan daniye û pratîzekirina wî fikrî ditirse û got: “Em bi îdeolojî û fikrê rêberê enternasyonalîst xwe bi çek dikin. Em ê bi ruhê berxwedanê tecrîdê bişikînin û planên dijberî gelên Sûriyê vala derxin.”

Xwepêşandan bi dirûşmeyên mîna “Bê serok jiyan naba”bi dawî bû.

ANHA