Rojnameyên erebî: Li başûrê Sûriyê bihabûna dermanan azaran zêdetir dike

Rojnameyên erebî yên vê sibehê bal kişand ser bihabûna dermanan li başûrê Sûriyê, metirsiyên ji hêrseke civakî li Lubnanê û rewşa Lîbyayê.

Rojnameyên erebî: Li başûrê Sûriyê bihabûna dermanan azaran zêdetir dike
17 kanûn, 2022   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI BAŞÛRÊ SÛRIYÊ BIHABÛNA DERMANAN AZARÊN NEXWEŞAN ZÊDETIR DIKE’

Rojnameya Şerq El Ewsat li ser bihabûna dermanan li başûrê Sûriyê raporek weşand. Di raporê de wiha tê gotin: "Bêyî ku mijar bikeve rojevê û di demekê de ku şêniyên başûrê Sûriyê bi bandorên biryara bilindbûna buhaê sotemeniyê ve mijûl in, sibeha çarşema borî, belavokên hikumetê di nava bêdengiyê de li dermanxaneyên parêzgeha Derayê dihatin belavkirin. Di belavokan de bihabûnkeke nû ya dermanan hatiye ragihandin. Bihabûna dermanan azarên sûriyan zêdetir dike, nemaze yên ku quta debara wan diyar e û yên nexweşên giran.

Belavkarekî dermanan ê li Derayê li ser biryara nû got buhayên derdora 20 cureyên dermanan hatine bilindkirin. Her wiha destnîşan kir ku buhayê tevahî cureyên dermanan dê di dema bê de bilind bibe, ji ber ku şîrketa çêkirinê buha bilind kirine. Şîrketekê tenê buhayê dermanan sabit hiştiye lê ev buha dê sabit nemîne. Ji ber ku lêçûnên wê yên madeyên bingehîn hene û dê mîna şîrketên din buhayan bilind bike. Belavkar anî ziman ku mijara bihabûna dermanan bi giştî mijara demê tenê ye, tevî ku hikumetê di biryara xwe ya vê dawiyê de ku tenê 20 cure tê de cih girtiye, ev yek eşkere nekiribe."

Di dewama nivîsê de hate gotin ku ev ne cara yekemîn e ku li Sûriyê derman tên bihakirin û wiha hat domandin: "Ji sala 2021ʹan ve heke bi biryara hikumetê be yan jî bêyî biryara wê be, buhayê dermanan ji sedî 500 bilind bû. Di Sibata borî de jî Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku buhayê dermanan ji sedî 30 bilind kiriye. Piştî derbasbûna derdora 10 mehan jî careke din buhaê dermanan bilind kir, li gel ku gelek cure qediyane."

Her wiha hate diyarkirin ku li Dera û gundewarên wê gelek cure derman tune ne, ji ber vê yekê nexweş neçar dimînin ku demeke dirêj ku digihêje hefteyan li bende bimînin heta ku dermanxane derman ji wan re peyda bikin, ev yek bandorek li nexweşên giran dike ku pêwîstiya wan a daîm bi dermanan heye.”

‘LI LUBNANÊ METIRSIYÊN JI TEVLIHEVIYÊ’

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Ewlehiya civakî ji bo çavdêrên qada Lubnanê fikaran çêdike. Nemaze ku li welat aloziyên diravî û siyasî dewam dike ku di encamê de welatiyên Lubnanê berdêlên giran didin.

Wezîrê karên hundir ê berê yê Lubnanê Merwan Şirbil ji ber rewşa ewlehî ya ku heta niha xwe ragirtiye, mamtayî maye û dibêje mirov bawer nake, hemû welatên cîhanê rewşa civakî, jiyanî û siyasî ya Lubnanê dibînin ku hîna neteqiyaye, lê li gorî şîrovekaran hindik maye civak rabe.

Nirxê dolar li hemberî lîreyê Lubnanê bilind dibe û niha 43 hezar lîre derbas kiriye, texmîn hene ku hîna pereyê Lubnanê paşde biçe ku bi rêya mûçeyên karmendan tê xerckirin.

Bazarên Lubnanê li gorî nirxê dolar dan û standinê dikin. Ev yek bandoreke mezin li buhayê kel û pelan û xizmetan dike. Aloziya debarê ya welatiyan kûrtir dibe ku nikarin pêwîstiyên xwe peyda bikin û rêjeya bêkariyê zêde dibe. Li gorî raporan rêjeya bêkariyê ji sedî 40 derbas kiriye.

Tê texmînkirin ku di mehên bê de buhayên kel û pelan, madeyên xwarinê û malên ku ji derve tên, di navbera ji sedî 20-50 bilind bibin.

Li gorî raporên navneteweyî, piraniya niştecihên Lubnanê di peydakirina mafên xwe yên civakî û aborî de, bê çare ne, bi taybet malbatên ku qûta wan diyar e.

Di aliyê siyasî de jî valahiya cihê serokatiyê dewam dike û hêviyên ku aliyên siyasî li ser navê serokkomar û avakirina hikumetekê li şûna ya Necîb Mîqatî ya ku dema wî derbas bûye, tune ne ku welat ji vê rewşa aloz derxe.”

‘LÎBYA: DI ŞERÊ LI SEBRATAYÊ DE KUŞTÎ Û BIRÎNDAR ÇÊBÛN’

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El Îthad a Îmaratê nivîsand: "Li bajarê Sebrata yê li rojavayê Lîbyayê duh di navbera milîsên çekdar ên Hikumeta Wehde El Weteniyê de şer derket, di encamê de 2 kes hatin kuştin, bi dehan jî birîndar bûn. Nimêja înê li gelek mizgeftan nehat kirin, bi sedan malbat ji bajêr hatin derxistin û rêya beravê hat girtin.

Li gorî saziya ambulans û rewşên awarte, 2 endamên milîsên li bajarê El Zawiyê hatin kuştin, bi dehan jî birîndar bûn û zirara madî ya mezin pêk hat.

Di şer de çekên navîn û giran hatin bikaranîn û zirareke mezin di mal û erebeyan de çêbû.

Li Lîbyayê tevliheviya ewlehiyê û parçebûna siyasî heye. Hikumeta bi serokatiya Fethî Başaxa û hikumeta El Wehda ya bi serokatiya Ebdulhemîd El Debîbe ji Adara borî de li ser desthilatê şer dikin.

Hewldanên gihîştina lihevkirina li ser bingeha destûrî ku li gorî wê hilbijartinên parlamentoyê û yên serokatiyê bên lidarxistin, ên bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî jî bê encam bûn.”