Nasnameyên 5 gerîlayên şehîd hatin eşkerekirin

HPG’ê nasnameyên gerîla Stêra, Milîtan, Têkoşer, Rêber û Cemal ên ku di Pêngava Şoreşgerî a Bazên Zagrosê de şehîd bûn, eşkere kirin û diyar kir, “Ew wekî qehremanên herî wêrek ên têkoşîna destanî piştî berxwedaneke fedaî şehîd bûn.”

Nasnameyên 5 gerîlayên şehîd hatin eşkerekirin
17 kanûn, 2022   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd ev daxuyanî da:

“Erdnîgariya Kurdistanê ku li ser her bihosteka axa wê, berxwedan pêş dikeve, bi van berxwedanan her roj gavekê nêzî azadiyê dibe. Bi xwîn û xwêdana bi deh hezaran şehîdan ku li ser hatiye rijandin, ji qirêjiya dagirkeran tê paqijkirin û vediguhere welatê bihuştê. Şehîdên me yên qehreman ku afirînerên vê veguhertinê ne, dizanîn ku ji bo afirandina welatekî wiha divê berdêlên mezin were dayîn. Rêhevalên me Stêra, Milîtan, Têkoşer, Rêber û Cemal li dijî dagirkerî û êrîşên qirker ên dewleta Tirk a dagirker tevlî refên têkoşînê bûn, wekî lehengên herî qehreman ên vê berxwedanê di Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de şehîd bûn.

Em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêzê Kurdistanê re, bi taybetî ji malbatên van hevalên bi nirx ên ku qada Zapê kirin qada berxwedanê re dixwazin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên wan teqez bi cih bînin.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên ku gihiştine şehadetê wiha ne:

  Nasnav: Stêra Ararat

  Nav û paşnav: Esma Ozkan

 Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

  Navê dê û bav: Îcla-Cesîm

 Dîrok û cihê şehadetê: 4’ê Hezîrana 2022’an / Zap

  Nasnav: Milîtan Cûdî

  Nav û paşnav: Hamûdê Omer

  Cihê jidayikbûnê: Efrîn

  Navê dê û bav: Firyal - Xelîl

  Dîrok û cihê şehadetê: 4’ê Hezîrana 2022’an / Zap

  Nasnav: Têkoşer Botan

  Nav û paşnav: Mehmet Taş

  Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

  Navê dê û bav: Bîbî - Ramazan

  Dîrok û cihê şehadetê: 29’ê Îlona 2022’an / Zap

  Nasnav: Rêber Varto

  Nav û paşnav: Mûstafa Çelîk

  Cihê jidayikbûnê: Meletî

  Navê dê û bav: Rahîme - Necat

  Dîrok û cihê şehadetê: 29’ê Îlona 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

   Nasnav: Cemal Amûdê

  Nav û paşnav: Mihemed Hemê

  Cihê jidayikbûnê: Amûdê

  Navê dê û bav: Bozikê - Qedrî

  Dîrok û cihê şehadetê: 29’ê Îlona 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê.”