Serhildana li Rojhilat û Îranê bi biryardarî didome

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja 91’an de dewam dike. Duh jî gelek xwepêşandêr di çilrojiya wan de hatin bîranîn û çalakiyên berfireh dijî dewleta Îranê hatin lidarxistin.

Serhildana li Rojhilat û Îranê bi biryardarî didome
17 kanûn, 2022   08:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildana bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê duh di roja xwe ya 91’an de dewam kir. Duh li bajarê Dêwlan ê ser bi parêzgeha Sineyê ve Şadman Ehmed ê ji aliyê dewleta Îranê ve hate qetilkirin, bi merasîmekê hate bîranîn. Bi dehan kes tev li merasîmê bûn û dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Kurdistan goristana faşîstan’ berz kirin.

Li Merîwanê jinên ciwan bi merasîmekê kesên di xwepêşandanan de hatine qetilkirin, bi bîr anîn. Li bajarê Êze cenazeyê jina bi navê Sonya Ferhadî ku di xwepêşandanên Zanîngeha Ehwaz de hatibû revandin û piştî 8 rojan li nêzî robarê Karwan cenazeyê wî hatibû dîtin, hate veşartin.

Li Tehranê merasîma çileya Elî Ruzbehanî pêk hat, her wiha Ferzîn Meruf û Elî Xuşkarbeya jî li ser gorên xwe hatin bîranîn. Xwepêşanderê bi navê Ferzîn Meeruf xelê Mihabadê ye û niştecihê Tehranê bû.

Duh li bajarê Zahîdan piştî nimêja înê meşeke girseyî hate lidarxistin. Xwepêşandêran bê navber dirûşmên li dijî desthilata Îranê berz kirin, di xwepêşandanê de hejmarek zêde ya jinan hebûn. Xwepêşandêran cezayên darvekirinê şermezar kirin.