​​​​​​​Çeteyan kujerê Mutez Ebdî ji Girê Spî revand

Hate diyarkirin ku çeteyan, kujerê zarokê bi navê Mutez Ebdî (17) yê ji eşîra Begara revand, bêyî ku hesab jê bixwazin.

​​​​​​​Çeteyan kujerê Mutez Ebdî ji Girê Spî revand
17 kanûn, 2022   10:48
EYN ÎSA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji Girê Spî dane, piştî ku eşîra Begara girtîgeha Girê Spî dorpêç kir û xwest çeteyê kujerê Mutez Ebdî (17) xwe radest bike, çeteyên ‘Sultan Murad’ kujer revand.

Pêncşema borî, Mutez Ebdî ji aliyê çete Mihemed Xelîfe yê girêdayî koma Sultan Murad ve hatibû qetilkirin.

Hate zanîn ku ji ber nakokiyên li ser heqdestê wî di kargeha pembo de çete, Mutez Ebdî qetil kiriye.

Ji ber qetilkirina Mutez Ebdî, eşîra Begera hêrs nîşan da û kargeha pembo ya li gundê Bedî yê 7 kîlometreyan dikeve bakurê kantona Girê Spî û ji aliyê çeteyan ve tê birêvebirin, şewitand.

Çavkaniyan da zanîn ku çeteyan şeva berê çeteyê kujer revandiye.

(fr)

ANHA