​​​​​​​′Ji ber dorpêçê li pêşiya çandiniya li Şehbayê karesateke rasteqîn heye′

Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya herêma Efrînê Basim Osman hişyarî da ku heke dorpêça li ser herêmê û êrişên dewleta Tirk a dagirker berdewam bike dê karesatek di sektora çandiniyê de çêbibe.

​​​​​​​′Ji ber dorpêçê li pêşiya çandiniya li Şehbayê karesateke rasteqîn heye′
16 kanûn, 2022   01:47
ŞEHBA-XALID HESEN

Hikumeta Şamê ji zêdetirî 2 mehan ve dorpêçeke giran li ser kantona Şehbayê ferz dike, her wiha bendên kontrolê yên Firqeya 4′an a girêdayî hikumeta Şamê nahêle madeyên pêşîn û bingehîn derbasî herêmê bin, mîna xurdemenî, derman û sotemenî. Bi wê re bandoreke neyênî li çandiniyê dike.

Ji wê zêdetir jî artêşa Tirk a dagirker topbaranên xwe li dijî herêmên li eniyên şer dewam dike.

Her wiha buhaya lîtreya mazotê ji ber dorpêça li ser herêmê gihaşt 9 hezar lîre. Wê jî barê cotkaran zêde kir.

/kr/uploads/files/2022/12/15/203253_-.webp

Li gorî hevserokê Komîteya Çandiniyê ya herêma Efrînê Basim Osman, rûbera çandiniyê li Şehbayê nêzî 30 hezar hiktar e û tenê ji sedî 60 hatiye çandin.

Osman wiha got: "Nêzî 5 hezar hiktar ji zeviyên çandiniyê yên li Şehbayê li eniyên şer ên bi ser Şêrawa ji aliyê rojava ve û heta gundên Şehba û gundê Nêrebiyê ji aliyê rojhilat ve ne. Ew herêm nêzî eniyên şer ên bi ser çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve ne û pirî caran di mewsima çandinî û çinînê de cotkar tên hedefgirtin."

Osman wiha domand: "Nêzî 6 hezar hiktar jî li Şehbayê di eniyên şer de ne û ji 5 salan ve nehatine çandin."

Osman wiha pê de çû: "Desteya Aborî û Çandiniyê hewl dide ku madeyên pêşîn ên çandiniyê ji semad û mazotê peyda bike. Lê dorpêça hikumeta Şamê hewldanên wê asteng dike asteng dike."

Li ser vê mijarê jî Osman ev tişt got: "Me karî 200 ton ji genim û 100 ton ji ceh peyda bikira. Her wiha me bi buhayekî guncaw belav kir. Me genim bi hezar û 500 lîre firot û ceh jî bi cureyên xwe yên dezenfektekirî û bêhtî bi hezar û 200 lîre firot."

Osman destnîşan kir ku ger dorpêça li ser herêmê dewam bike dê karesat di saktora çandiniyê de çêbe û wiha anî ziman: "Madeyên bingehîn li sûkan mîna semad û mazot, dermanên çandiniyê, tov û êm tune ne. Sedema wê jî dorpêça li ser herêmê ye."

/kr/uploads/files/2022/12/15/203237_-.webp

Cotkarê bi navê Ehmed Şêxo yê ji Şehbayê got ji ber tunebûna mazotê û bihaya tovan ew li hember astengiyên mezin in, ji ber ku hikumeta Şamê qedexe dike ku pêdiviyên bingehîn ên çandiniyê derbas bin, pêdiviya çandiniya genim jî bi mazotê heye û got: "Ji lew re em neçar man ku mazota ji bo cotkirin û avdanê pêwîst biha bikirin."

(fr)

ANHA