​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya Reqayê bi dawî bû

Çalakiya konvedanê ya Reqayê bi pêwîstiya mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û têkbirina komploya navneteweyî , bi dawî bû.

​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya Reqayê bi dawî bû
15 kanûn, 2022   19:37
REQA

Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, meclisên gel ên bakur û rojhilatê Reqayê, partiyên siyasî, eşîrên El Bû Şaban, endamên Kombûna Jinan a Zenûbya, ciwanên şoreşger û şêniyên Reqayê tev li çalakiyê bûn.

Bi navê Partiya Sûriya Pêşerojê Fatme El Elî, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) endamê nivîsgeha partiyê yê Reqa Xazî El Yasîn û bi navê Meclisa Rûspiyan a Reqayê şêx Remedan El Rehal daxuyanî dan.  Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku azadiya rêber Abdullah Ocalan azadiya gel e

Di daxuyaniyan de hat gotin: "Em bang li CPT`ê dikin ku daxuyaniyekê têkildarî jiyan û tenduristiya rêber bide. Her wiha em kurd û ereb yek in û di xendeqekî de şer dikin. Em banga bidawîkirina tecrîda li ser rêber dikin."

Di dawiya çalakiyê de, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbya Sewsen El Xelef daxuyaniya Komîteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan xwend.

Daxuyanî wiha ye: “Ji dema ku rêber Abdullah Ocalan hatiye revandin û radestê dewleta Tirk hatiye kirin, cezayê muebetê lê hat birin CPT`ê 25 caran serdana Tirkiyê kir. Her wiha bê agahdarî 18 caran serdana Tirkiyê kir ku di çend salên dawîn de 9 caran serlêdan kir.

Komîteyê heta niha 6 rapor amade kirin û tê de behsa tecrîda giran a li ser rêber Ocalan kir. Her wiha di raporê de komîteyê li Tirkiyê pêşniyar kir ku tecrîdê bi dawî bike ji ber ku sûc e. Lê komîteyê heta niha tu rapor neweşandiye.

Meş, xwepêşandan û çalakiyên konvedanê li Ewropa, Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir. Her wiha ji beriya 21 mehan ve bi rêber re têkilî çênebûye, ji ber vê yekê divê dengê xwe bilind bikin û bang li CPT bikin ku yekser destwerdan bike û zextê li dewleta Tirk bike da ku rêber Abdullah Ocalan berde.

Li ser pêşniyarên li jêr hatin lihevkirin;

Mekanîzmeyek bê dîtin da ku bi nivîsgehên mafên mirovan û nivîsgehên qanûnî û Nivîsgeha Serdemê ya Hiqûqî re koordîne were çêkiirn da ku dosyayên qanûnî bi navê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên amadekirin.

Xwe bigihînin nivîsgehên hiqûqî yên dewletên Ereb da ku sûdê ji têkiliyên wan bigirin û bandorê li dewletên ewropî û cîhanê bikin. Ji ku ew jî fişarê li Tirkiyê bikin û mafên rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin

Li ser medya dijîtal xebat were meşandin bi taybet ji aliyê sandîqeyên parêrazan ên cîhanê da ku detayên komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan werin eşkerekirin.

Bi rêya nivîsgehên parêzeran ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi yekitiya parêzerên ereb û Yekitiya Erebî re koordîne bikin da ku dozên hiqûqî yên rêber Ocalan bigihînin Dadgehê Edlê ya Navneteweyî û dengê rastiyê ragihînin.

Xebatên fikrî, qanûnî û siyasî li dar bixin da ku bernameya Rêveberiya Xweser bigihînin qada siyasî ya cîhanê ku teşeyeke hikumetên siyasî ye ku ji aliyê qanûnên navneteweyî ve tê qebûlkirin.

Meclisa Wezîran a Ewropayê muxateb bigirin da ku ji bo li hember sûcên li dijî mirovahiyê yên li dijî rêber Ocalan pêk tên, tevbigerin.”

(dm)