​​​​​​​Nirxandina Zelal Ceger a li ser dorpêça hikumeta Şamê

Endama Meclisa PYD’ê Zelal Ceger destnîşan kir ku tu cudahî di navbera siyaseta birçîkirinê ya hikumeta Şamê û siyaseta dagirkirina xaka Sûriyê ya dewleta Tirk a dagirker de tune ye, ji ber ku herdu alî ji bilî gelê Sûriyê zirarê nagihînin tu aliyan.

​​​​​​​Nirxandina Zelal Ceger a li ser dorpêça hikumeta Şamê
16 kanûn, 2022   04:56
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Ji Tebaxa borî de hikumeta Şamê li dijî Kantona Şehbayê dorpêçeke ferz dike ku ji 2018’an ve ya herî giran e. Bi rêya rêbendên xwe yên li ser rêya Heleb-Şehba rê li ber derbaskirina derman, sotemenî û xwarinê bi temamî digire.

Der barê dorpêçê de, endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Zelal Ceger ji ajansa me re dorpêça hikumeta Şamê ku hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, nirxand.

TU CUDAHÎ DI NAVBERA SIYASETÊN HIKÛMETA ŞAMÊ Û DEWLETA TIRK A DAGIRKER DE TUNE NE

Zelal Ceger wiha axivî: “Tevî ku dewleta Tirk a dagirker gelek deverên bakurê Sûriyê wek Idlib, Efrîn, Cerablus, Bab, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine hema bêje çaryeka rûbera Sûriyê ye, lê em dibînin ku hikumeta Şamê desteka siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê dike.”

Zelal wiha domand: “Tu cudahî di navbera siyaseta birçîkirinê ya hikûmeta Şamê û siyaseta dagirkirina xaka Sûriyê ya dewleta Tirk a dagirker de tune ye. Ew li gorî berjewendiyên her duyan e û li dijî gelê Sûriyê ye. Di civînên Tehran û Soçiyê de rê ji deweta Tirk re hat dayîn ku bi balafiran êriş herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.”

Zelal wiha li gotinên xwe zêde kir: “Rûsya hewl dide herdu hikûmetên Sûriyê û Tirkiyê ji hevdu nêzîk bike. Lê ew nêzîkbûn li ser hesabê gelê Sûriyê ye ku heta niha ji ber siyasetên hikûmeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker zehmetiyan dikişînin.”

Zelal destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji êrişan dixwaze ku xwe wek dewleteke bi hêz û xwedî derfet nîşan bide û bi vê tirkên neteweperest bikişîne aliyê xwe.

Di dawiya axaftina xwe de Zelal Ceger diyar kir ku hikûmeta Erdogan hemû kaxizên xwe bi kar tîne da ku di hilbijartinan de bi ser bikeve û wiha domand: “Nexasim em di sala 2023’yan de ne û 100 saliya peymana Lozanê temam dibe ku di encamê de dewleta Tirk a dagirker dê bacan li dergehên Bosfor û Derdenîlê bide û aboriya xwe xurt bike. Ji ber wê Erdogan hewl dide berî sala bê hikûmeta xwe vejîne tevî ku li gorî ankêtan piştgiriya gel jê re bi rêjeya ji sedî 30 kêm bûye.”

(mh)

ANHA