Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitanê civîna xwe ya salê li dar xist

Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salê li dar xist û tê de raporên salê yên komîteyan nîqaş kirin. Her wiha rewşa herêmê bi giştî hat nirxandin, civîn bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitanê civîna xwe ya salê li dar xist
15 kanûn, 2022   17:09
REQA

Di civînê de cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker û şert û mercên herêm tê re derbas dibe kir.

Her wiha Emîne destnîşan kir ku pêwîst hemû deriyên sînor bêne vekirin di nav de deriyê Til Koçer. Emîne balkişand ser rewşa kampan û got êdî ev komp li ser rêveberiyê bûne bareke giran nexasim ku rêxistinên mirovî erkên xwe pêk naynin.

/ar/uploads/files/2022/12/15/152403_hyeh-alshuwn-alajtmaayh-walaml-taqd-ajtmaaha-alsnwy-28529.webp

Piştre raporên salê yên komîteyan hatin xwendin û besha astengiyên ku li pêşiya wan derdikevin û rêbazên çareseriyê hat kirin.

Di dawiya civînê de têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek hate dayîn.

Hevserokê desteyê Meryem Îbrahîm daxuyanî xwend û tê de got: “Ji derdora mehekê ve dewleta Tirk bi balafirên şerê û yên bêmirov bi awayekî berfireh êriş bajarokên Kobanê, Eyn Îsa, Dêrik, Til Temir, Zirgan, Hesekê û herêma Şehbayê dike. Di wan êrişan de binesaziya herêmê, stasyonên kehrebe, av, petrol, gaz, depoyên genim, nexweşxane û dibistan dike hedef.

Hemwextî êrişên li ser herêmê, li şûna ku hikumeta Şamê li hember binpêkirina serdestiya Sûriyê helwesta nîşan bide, va ye dorpêçeke tengav li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û herêma Şehbayê ferz dike ku bi hezaran koçber tê de hene. Ev dorpêç bû sedem ku nexweşxane û firin rawestin ji ber ku sotemenî qediya. Pê re gelê herêmê bi karesateke mirovî re rû bi rû dimîne.

Em bang li civata navneteweyî, NY û rêxistinên têkildarî mafên mirovan dikin ku mudaxele bikin û êrişên dewleta Tirk a dagirker rawestînin. Alîkariyê ji Rêveberiya Xweser re pêşkêş bikin da ku pêdiviyên jiyanê ji hezaran koçberan û penaberan re peyda bike. Her wiha hewl bidin ku deriyên sînor bi taybet Til Koçer were vekirin, da ku alîkarî derbasî herêmê bibin û rê li pêşiya rûdana karesateke mirovî bigirin.”

Di dawiya civînê de komîteyên Kar û Barên Civakî û Xebitandinê yên herêmên Rêveberiya Xweser hat xelatkirin.

(şx)

ANHA