Ji sedî 50 stasyonên petrolê yên rawestiyayî careke din ketin xizmetê

Ekîbên pispor ên Şîrketa Rimêlanê ya Petrolê ji sedî 50 stasyonên petrolê yên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn hedefkirin, ji nû ve sererast kirin. Gerînendeyê hilberînê yê şîrketê jî da zanîn ku ji bo hilbirandina gaza malan ew di hewldanan de ne.

Ji sedî 50 stasyonên petrolê yên rawestiyayî careke din ketin xizmetê
15 kanûn, 2022   07:10
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Dewleta Tirk a dagirker di 23 û 24’ê Mijdarê de stasyonên petrolê û kargeha gazê ya kantona Qamişlo kirin hedef. Di encamê de kehrebe li herêma Cizîrê û gaz û petrol li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut bûn.

Ekîbên pispor ên Nivîsgeha Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê 2 tûrbînên gazê ji nû ve xistin xizmetê û bi tora giştî ve girêdan ku 35 mêgawat didan.

JI SEDÎ 50 STASYONÊN PETROLÊ KETIN XIZMETÊ

Gerînendeyl Hilberînê ya Şîrketa Rimêlanê ya Petrolê endezyar Mihemed Xêr Beşîr diyar kir ku di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker de stasyonên sereke û yên nesereke bi rêjeya ji sedî 70 zirar dîtin û got: “Ji ber topbaranê gelek stasyon petrolê wekî Siwêdiyê ya duyemîn ku stasyoneke sereke ye, Dîcle û Ewde, kargeha petrol û gazê û stasyonên Zarbî, Seîde, Babas, Maşûq Elyan û Qereçox ji xizmetê derketin. Di encamê de jî hilberîna gaz û petrolê li herêma Cizîrê hat rawestandin û kehrebe û av jî qut bûn.”

Şîrketa Rimêlanê ya Petrolê ji11 stasyonên sereke û 45 stasyonên nesereke û zeviyên Ewde û Dîcle yên li kantona Qamişlo pêk tên.

Beşîr destnîşan kir ku wan ji sedî 50 stasyon, zevî û bîrên petrolê ji nû ve sererast kirin û got: “Ji bo bidawîkirina kirîza kehrebe û petrolê li herêmê, me yekser dest bi peydakirina 2 tûrbînên hilberîna kehrebeyê kir û me gelek bîrên petrolê ji nû ve sererast kirin da ku di demek nêz de mazot û benzînê ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re peyda bikin.”

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Herêma Cizîrê da zanîn ku para bajar, navçe, bajarok û gundên herêma Cizîrê ji mazotê 40 tanker in, ku niha bi awayekî rojane li saziyên xizmetguzarî, pîşesazî û germkirinê tên belavkirin.

ʹJI BO HILBIRANDINA GAZA MALAN KAR DEWAM DIKEʹ

Beşîr wiha domand: “Heta niha jî hin stasyon û kargehên petrolê rawestî ne, nexasim kargeha Siwêdiyê ya gaza malan, lê ekîbên me yên pispor ji bo domandina hilbirandina gaza malan di hewldanan de ne.”

Beşîr diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan rawestandina stasyonên e da ku bi rêya bîrên xwe yên asoyî petrolê bikişîne.

Gînendeyl Hilberînê ya Şîrketa Rimêlanê ya Petrolê endezyar Mihemed Xêr Beşîrdestnîşan kir tevî hemû zehmetiyên li pêşiya wan dîsa ew hewl didin di zûtirîn dem de kargehên gazên malan bixin xizmetê.

(mh)