Ciwanên Herêma Firatê: Dem dema azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan e

Ciwanên Herêma Firatê soza domandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan da û got: “Dem dema azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan e.”

Ciwanên Herêma Firatê: Dem dema azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan e
15 kanûn, 2022   07:05
KOBANÊ

Hemwextî xwepêşandanên li seranserî Kurdistanê yên ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, ciwanên Herêma Firatê helwesta xwe ji ajansa me re nîşan da.

Ciwana bi navê Rohat Bozan got: “Armanca dewletên hevkar di komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan de, têkbirina îradeya gelê Kurd e, lê belê gelê Kurd serî hilda û bi xwe re gelên bindest jî hişyar kirin.”

Rohat wiha domand: “Careke din rêxistinên qaşo mirovî, durûtiya xwe ya di doza girtiyan de xuya dikin. Heta îro me tu bertek ji van rêxistinan li hember tecrîda desthilatiya Tirk a dagirker a li ser rêber Ocalan nedîtine.”

DEM DEMA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER OCALAN E

Ciwanê bi navê Kendal Mihemed jî wiha axivî: “Êdî bes e tecrîd, bes e girtin, dem dema azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan e. Çawa yê ku em bi saya fikrê wî gihîştine vê astê girtî be! Çawa yên ku bi navê aştiyê bang dikin li hember kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rêber Ocalan bêdeng in!.”

Mihemed bang li ciwanan kir ku ji bo diyarkirina rewşa tenduristiyê ya rêber Abdullah Ocalan dakevin qadan û got: “Em heta niha rewşa rêber Ocalan a tenduristî nizanin, divê em bi hevgirtina xwe tecrîda li ser rêber Ocalan bi dawî bînin.”

Her wiha, ciwanê bi navê Bekir Xelîl destnîşan kir ku ew ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Ocalan amade ne her tiştî bikin.

Xelîl diyar kir ku bêdengiya rêxistinên navneteweyî bandorê li têkoşîna wan nake û got: “Helbet aliyên ku di komploya li dijî rêber Ocalan de cih girtibûn dê li hember tecrîdê bêdeng bimînin.”

Bekir bang li ciwanên çar parçeyên Kurdistanê kir ku asta têkoşîna xwe bilind bikin ji ber ku dem dema azadiya rêber Ocalan e.

(mh)

ANHA