Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê biryara bilindkirina buhayên sotemeniyê parast

Di demekê de ku li herêmên hikumeta Şamê aloziyeke aborî heye, hikumeta Şamê biryar bilindkirina buhayên sotemeniyê diparêze. Piştî ku Dadgeha Tirkiyê  cezayê girtîgehê li şaredarê Stenbolê birî, Erdogan hewl dide hevrikên xwe ji hilbijartinan dûr bixîne.

Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê biryara bilindkirina buhayên sotemeniyê parast
15 kanûn, 2022   08:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa bilindkirina buhaya sotemeniyê ji hêla hikumeta Şamê ve û rewşa dewleta Tirk û Iraqê kir.

′HIKUMETA ŞAMÊ BIRYARA BILINDKIRINA BUHAYÊN SOTEMENIYÊ PARAST′

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El Ewset wiha nivîsî: "Li gel krîza aborî ya tund, hikumeta serokê Sûriyê Beşar El Esed ragihand ku buhayên benzîn û mazotê bilind kir. Bi wê re welatiyên ku di bingeh de azarên rewşa debarê dikişînin, bi hêrs bûn. Li gorî ajansa nûçeyan a Almaniya (DBA), serokwezîrê Sûriyê Hisên Ernûs di civîneke çapemeniyê ya duh li Şamê de li ser biryara bilindkirina buhayên sotemeniyê got, ʹEm li pêşberî du vebijêrkan bûn, yan petrol li sûkan tune be yan jî buhayên wê bilind bikin da ku bibe alîkarê dabînkirina wê. Bêyî vê biryar dê çalakiyên aborî bisekiniya û hemû xizmetguzariyên ji welatiyan re tên pêşkêşkirin, rawestiyanaʹ.

Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezexêran li ser hesabê xwe yê facebookê ragihandibû ku buhahyê benzîna baş oktan 90 ku welatî bi rêya kartan werdigirin bû 3 hezar lîreyên Sûriyê, buhaya benzîna oktan 90 bê kart bi 4 hezar û 900 lîreyên Sûriyê û benzîna oktan 95 jî bi 5 hezar û 300 lîreya Sûriyê ye.

Mazota ji hemû saktorên giştî û taybet re, ji wan saziya Sûriyê ya firinan û firnên taybet ku tûrê nan çêdikin ji 500 bû 700 lîreyên Sûriyê ye û mazota ji bo çalakiyên aborî bi 3 hezar lîreya Sûriyê ye."

′QEDEXEYA SIYASÎ RÊ LI PÊŞ ERDOGAN VEDIKE KU DI HILBIJARTINÊN 2023′YAN DE BI SER BIKEVE′

Der barê rewşa liTirkiyê de rojnameya El Ereb wiha nivîsand: " Bi nêzbûna hilbijartinên li Tirkiyê d Hezîrana 2023′yan de, Dadgeha dewleta Tirk duh serokê şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu xiste girtîgehê. Ekrem Îmamoglu ji zêdetirî du salan ve hevrikê serok Recep Tayyîp Erdogan e. Dadgehê qedexeya siyasî bi tawana berpirsên giştî heqaret kirin, ferz kir.

Ji dema hilbijartinên şaredariyê yên li Tirkiyê yên 2019′an ve, navê serokê şaredariya Stenbolê wek namzetê muhtemel tê pêşniyarkirin û di hilbijartinên serokatiyê yên 2023′yan de bi awayî xurt tê pêşniyarkirin.

Ekrem Îmamoglu got cezayê girtinê cezayekî siyasî û derqanûnî ye û bandorê li rewşên niha ya ku Tirkiyê tê re derbas dibe, dike. Hevalbendiya muxalif a ku ji 6 partiyan pêk tê; ji wan CHPʹê ye nekarî namzetekî hevbeş ji bo hilbijartinên serokatiyê diyar bikin, di heman demê de jî Ekrem Îmamoglu ji aliyê siyasî ve hate rûxistin.

Çavdêran da zanîn ku rejîma Erdogan ku rûbirûyî qeyraneke aborî ya xeternak e, dixwaze muxalifan lawaz bike, lê di bingeh de piştî hewldana darbaya 2016′an muxalif tên girtin."

′3 LEŞKERÊN IRAQÎ LI BAKURÊ BEXDAYÊ HATIN QETILKIRIN′

Rojnameya El Beyan li ser rewşa Iraqê wiha nivîsî: "Di encama teqîna bombeyekê li dijî erebeya wan de, efserekî iraqî û leşkerî hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn. Ew yek di dema derbasbûna li herêma çandinî ya li bakurê Bexdayê de pêk hat.

Êriş li herêma El Tarmiyê ku 30 kîlometre li bakurê Bexdayê ye pêk hat. Hêzên ewlehî yên Iraqê hewl didin ew herêma ku hîna tê de şaneyên rêxistina DAIŞ′ê hene, îstîqrar bikin.

Li gorî daxuyaniya şaneya ragihandê ya ewlehî ya hikumetê, di encama teqînê de berpirsê foca yekemîn a lîwaya 59 û 2 leşkerî hatin qetilkirin, her wiha efserek û du leşker jî birîndar bûn."

(fr)