TEV-DEM`ê Cejina Êzî pîroz kir

Tevgera Civaka Demokratîk Cejina Êzî li civaka êzidî pîroz kir û hêvî kir ku ev cejin bibe wesîleya aştî û biratiya gelên herêmê.

TEV-DEM`ê Cejina Êzî pîroz kir
15 kanûn, 2022   06:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya Cejina Êzî ku dikeve roja Înê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de Cejna Êzî civaka êzidî, gelê Kurd û tevahî pêkhateyên herêmê, şervanên azadiyê û malabatên şehîdan hat pîrozkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin: “Girîngî û nirxê cewherî yê vê cejnê ji naskirina nirxê roj, heyv, hezikirina xweza, jiyan, mirov û baweriyê tê. Êzidî ji bo xwedayê xwe 3 rojan rojiyê digirin û di roja çaremîn de Cejina Êzî pîroz dikin. Em hêvî dikin ku Cejna Êzî bibe wesîleya aştî û biratiya gelan.”

Hat destnîşankirin ku civaka êzidî îsal di qonaxeke hesas û girîng de vê cejnê pêşwaz dike û civaka Şengalê hîna rastî sûcên şer ên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK`ê tê ku bi sed hezaran êzidiyên Şengalê ji bo hin armancên siyasî yên qirêj li kampan tên ragirtin.

Hat bibîrxistin ku hikumeta Bexdayê ji bo parastina civaka êzidî ji ferman û siyasetên qirkirinê bi berpirsiyariyên xwe yên exlaqî ranabe.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Civaka êzidî civakek berxwedêr, têkoşer e û girêdayî nirx û çanda exlaqî, dîrokî, cejnên olî û neteweyî ye. Ji lew re pîrozkirina Cejna Êzî îsal ji bo bibîranîna tevahî şehîdên azadiyê boneyeke.

Em hêvî dikin ku bone û cejnên xwe bikin wesîleya hevgirtinê û yekitiya li dijî plan û siyasetên komploger ên dijberî îradeya civaka êzidî.

Bi vê boneyê em bang li civata navnetweyî, tevahî rêxistinên hiqûqî û rêxistinên têkildarî parastina hindikahiyan dikin ku li hember sûcên şer û qirkirinên etnîkî yên dewleta Tirk li dijî kêmneteweyên olî û etnîkî li Sûriye û Iraqê pêk tîne, erka xwe bînin cih.”

(dm)