500 malbat bi hev re du cihên sersaxiyê çêdikin

Di çarçoveya xebateke komînal de, 500 malbatên li taxa El Kelasê ya Hesekê dest bi avakirina du holên sersaxiyê kirin.

500 malbat bi hev re du cihên sersaxiyê çêdikin
15 kanûn, 2022   03:40
HESEKÊ _ BASIL REŞÎD

Ji bo sivikirina barê madî li ser malbatan di rewşa sersaxiyê de, komînên şehîdan Minewer Xilo, Elî Şêr, Şivan Çaçan, Xwînda û Zana bi hev re dest bi avakirina du holan ji bo sersaxiyê kir. 

Komîn; wek Rêveberiya Xweser e lê biçûktir e û stûna civakê ye, ji ber ku kar û barên şêniyan di erdnîgariyekê de bi rêxistin dike.

Komîteyên komînan weke gava yekemîn dest bi komkirina pereyan ji şêniyan kir. Her 5 komîn ji 500 malbatan pêk tê. Di encamê vê kar û xebatê de 8 hezar dolar hatin berhev kirin.

Her du hol derdora 500 metremukab e, yek ji bo mêran û ya din ji bo jinan e.

Endamên komîteyên xizmetguzariyê yên komînan û karkeran ji destpêka Kanûnê ve dest bi vê xebatê kir û tê payîn ku mehekê dewam bike.

Rêvberê Komîteya Xizmetguzarî ya Komîna Şehîd Minewer Xilo, Cûma Ehmed destnîşan kir ku wan ev yek pêk anî, ji bo ku di sersaxiyê de barên madî li ser malbatê sivik bikin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di gel ku komîn civakê bi rêxistin dike, gelek insîyatîf û xebatên hevpar ku armanc jê xizmeta gel e, pêk hatin.

Li gelek gundan, şêniyan bi koordîneya komînan holên mîna wê û xebatên din wek çandina daran, paqijkirina kaniyan li gundan, hemleyên paqijkiirnê, peydakirina pêdiviyên malbatên hewcedar pêk anîn ku girîngiya karê komînal di jiyana civakî de rave dikin.

 (dm)

ANHA