​​​​​​​Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şîrê zarokan û derman diqedin

Ambargoya ku Firqeya 4`an li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kiriye, yekser bandor li tenduristiyê kiriye. Li her du taxan şîrê zarokan, dermanên tansiyon, şekir û nexweşiyên dil û antîbiyotîk gelekî kêm bûne.

​​​​​​​Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şîrê zarokan û derman diqedin
15 kanûn, 2022   01:42
HELEB-MIHEMED EBDO

Rêveberiya Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ajansa me re diyar kir ku heke ambargoya li ser her du taxan dewam bike, dê dermanên li depoyên meclisê biqedin.

Her wiha rêveberiyê bi bîr xist ku şîrê zarokan bi dijwarî peyda dibe û pêdiviyeke lezgîn a dermanên tansiyon, şekir û nexweşiyên dil heye.

Li gorî rêveberiya Meclisê Tenduristiyê, bi dewamkirina dorpêçê û kêmbûna sotemeniyê re, ji ber sermayê gelek nexweşî belav dibin, ji ber ku antîbiyotîk û dermanên pêwîst li her du taxan kêm in.

Her wiha rêveberiyê metirsiyên xwe anîn ziman ku di encama kêmbûna sotemeniyê de dibe ku xizmetên li Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir rawestin.

(şx)

ANHA